Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan 2022-10-09 13:16:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê û Qamişlo bi hezaran kes bi mebesta şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daketin qadan.    Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daketin qadan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di çalakiyan de li dijî komployê dirûşm hatin berzkirin û wêneyên Abdullah Ocalan hatin rakirin. Di heman demê de çalakvanan pankartên “Dê hemû îxanet û komplo bên pûçkirin” û “Dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were” û “Em ê li dijî îxanetê rûmeta xwe biparêzin” hatin vekirin.