Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin 2022-10-09 15:18:19   COLEMÊRG - Polîsan li Geverê êrişî meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” kirin. Di encama êrişê de rojnameger jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Bi mebesta protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kir. Di êrişê de welatî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rojnameger hatin derbkirin.    Di encama êrişê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyyayê (MA) Mazlum Engîndenîz, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver û Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Di êrişa polîsan de her wiha parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Saît Dede jî li erdê hatin kaşkirin û derbkirin. Ji bo Eksîk bang li ambulansê hat kirin û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha welatiyên hatine binçavkirin niha di otobûsa binçavkirinê de tên ragirtin.