Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest 2022-10-09 16:54:47   COLEMÊRG - Li Geverê di encama êrişa polîsan de lingê Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk şikest û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.    Bi mebesta protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê çalakî hat lidarxistin. Polîsan êrişî girseyê kir û rojnameger jî di nav de herî kêm 20 kes binçav kirin. Di dema êrişa polîsan de lingê Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk şikest. Li ser vê yekê parlamenter Eksîk rakirin nexweşxaneyê. Di tedawiya li nexweşxaneyê de xuya bû ku lingê Eksîk li du cihan şikestiye. Lingê Eksîk hat vegirtin û niha hêjta li nexweşxaneyê ye. Hat zanîn ku dê Eksîk veguhêzin Enqereyê û li wir dê were tedawîkirin.