Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be 2022-10-09 18:26:12   STENBOL - Li Stenbolê tevî êriş û astengiya polîsan jî “Meşa Azadiyê” hat lidarxistin û girseyê dirûşma “Silav silav hezar silav li Îmraliyê” berz kir.    Di salvegera 24’emîn a destpêkirina komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li navçeyên Stenbolê jî bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat şermezarkirin. HDK, TJA, HDP, DBP, ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER, DAD, OHD, NÇM û Enstîtûya Kurdî meş li dar xistin û bi hezaran welatî tev li meşê bûn.    BEYOGLÛ   Baskek meşê li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyoglûyê pêk hat û bi sedan kes tev li bûn. Welatiyan dirûşma “Ji komployê re na” û “Bimire komploya 9’ê Cotmehê” berz kirin û komplo şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn û êdî dem dema azadiya Ocalan e.    Parlamenter jî di nav de girse li Cadeya Îstîklalê dirûşm berz kirin û meş li darxistin, lê polîs meşê asteng kir. Omer Ocalan dîsa axivî û da zanîn ku her dever hatiye tecrîdkirin û her dever bûye qada îşkenceyê. Ocalan destnîşan kir ku ew komployê qebûl nakin û divê Ocalan bê azadkirin.    HEWLDANA PROVOKASYON    Komek nijadpereset li dijî girseyê hewl da provokasyonê derbixe. Polîsan mudaxileyî koma nijadperest nekir. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan.    SILAV BO OCALAN   Piştî demekê polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes hatin binçavkirin. Komek qelebalix li kuçeyan belav bû û dirûşma “Silav silav hezar silav li Îmraliyê” berz kirin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî di nav da 4 kes bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    KADIKOY   Baskek meşê jî navçeya Kadikoyê bû. Girse li ber avahiya HDP’a Kadikoyê civiya û xwest bimeşe. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû û Zeynel Ozen, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî di nav de girse dest bi meşê kir. Polîsan ew dorpêç kir. Polîsan êrişî girseyê kir. Di êrişê de gelek kes birîndar bûn û Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay, Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî, parêzerên endamên OHD’ê Emrah Baran Korkmaz û Bulent Aşa û Elvan Polat bi lêdanê hatin binçavkirin.    Di êrişên li ber avahiya HDP’ê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî êrişa polîsan da û ew ji tecrîdê re dibêjin na û divê niha azadî pêk were.