Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin 2022-10-09 19:43:09   STENBOL - Li Stenbolê kesên di protestokirina destpêkirina komploya li dijî Ocalan de hatin binçavkirin, ji bo wan destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin.    Li Stenbolê salvegera 24'emîn a destpêka komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat protestokirin û di êrişa polîsan de herî kêm 42 kes hatin binçavkirin. Parêzeran xwest biçin miwekîlên xwe di binçavan de bibînin lê destûra wan nehat dayîn. Parêzer ji bo miwekîlên xwe bibînin li ber Midûriyeta Polîsan a Stenbolê disekinin.    42 KES HATINE BINÇAVKIRIN    Nûçegihanên me Esra Solîn Dal û Omer Îbrahîmoglû, Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevserokê OHD'a Stenbolê Gurkan İsteklî û parêzerên endamên OHD'ê Emrah Baran û Bulten Aşa di nav de 42 kes hatine binçavkirin.   Navên binçavkiriyan wiha ne: “Ayhan Yıldız, Yavuz Kahraman,Cabir Korkmaz, Ali Bal, Raif Güzel, Şahabettin Demir, Mahmut Halis, Maşuk Doğan  Mehmet Şirin Akyol, Erkan Tepeli, Esengül Demir, Apdurahman Oğuz, Tuncay  Gökçen, Mehmet Sıddık, Hüseyin Fidanboy, Metin Fazıl, Reşit Okumuş, Rüstem Kılıçkıran, Volkan Bulut, Elvan Polat, Liwan Orman, Aydın Koçuk, Sedat Sönmez, Serkan Yılmaz, Sinan Polathan, Koray Türkay,  Murat Akdoğan, Erhsn Göksal, Berfin Koçak, Duran Turğay, Ferhat Encu, Nurgül Uci, Sinem Özkan, Hacı ibrahim Erdoğan, Ömer Görünmek, Murat Çoral, Esra Solin Dal, Ömer İbrahimoğlu, Gürkan İstekli, Emrah Baran, Bülent Aşa.”