Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin 2022-10-09 21:19:40   STENBOL - Li navçeya Kadikoyê li avahiyek sê qadî teqîn rû da û ÎBB’ê ragihand ku 3 kes mirin e.    Li taxa Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoya Stenbolê li avahiyek sê qatî teqînek çêbû. Piştî teqînê di avahiyê de şewat derket. Ji ber dijwariya teqînê di avahiyên derdorê de jî xesar jê çêbû.    Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ragihand ku di teqînê de sê kesan jiyana xwe ji dest daye.