Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da 2022-10-09 22:08:50     MÊRDÎN - Li Qoserê dîmenên mamosteyek kêliya ku li xwendekarê xwe dida, ji aliyê xwendekaran ve hat girtin.    Li Lîseya Suleyman Soyhan a navçeya Qosera Mêrdînê mamosteyek li xwendekarê xwe da. Dîmenên kêliya tundiya wî mamosteyî ji aliyê xwendekaran ve hat girtin. Di dîmen de tê dîtin ku xwendekar û mamoste li ber sehayek maçê ne û ew mamoste li xwendekarê xwe dide. Li ser medya dîjîtal gelek kesan nerazîbûn nîşanî vê tundiyê da. Hat zanîn ku navê wî mamosteyî Cemîl K. ye û hatiye binçavkirin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.