Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin 2022-10-10 09:00:32   ÎZMÎR - 5'emîn danişîna doza Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, wê di 12'ê cotmehê de bê lidarxistin. Di 4 danişînên ewil de ne şahid û ne jî bersûc bi awayekî baş nehatin pirsîn û hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin.   Danişîna 5'emîn a doza Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'an de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hat qetilkirin, wê di 12'ê cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê bê lidarxistin. Ji danişîna ewil a di kanûna 2021’an ve hat lidarxistin heta niha tu guhertin û pêşketin di dozê de pêk nehatiye. Parêzeran tenê dikaribû di danişîna 4’emîn de pirsan ji bersûc bike. Tevî ku parêzeran 300 pirs ji bersûc ango kujer Gencer kir jî lê pirs bêbersiv man. Dadgeh jî di bêbersiva pirsan de rolek bi bandor rabû û helwesta dadgehê li ser dozê tesîra xwe nîşan dide. Şahidên li dadgehê hatin guhdarkirin, îfadeyên bi nakokî dan.    Di çarçoveya lêpirsînê de daxwazên parêzeran ên di çarçoveya lêpirsînê de dest pê kiribûn jî di çarçoveya dozê de hatin redkirin, serlêdanên eşkerekirina kesên ku alîkariya kujer Gencer kirine bê bersiv man. Heyeta dadgehê nîqaşa çend parêzeran dê pirsan bikin hîn jî mînakên malzemeyên dîjîtal ên Gencer nedaye parêzeran. Di danişîna ku dê di 12'ê cotmehê de bê lidarxistin, daxwazên parêzeran ên ji bo kûrkirina lêpirsînê wê bidomin. Tê payîn ku wekîlên HDP'ê, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, bi dehan parêzer û bi sedan welatî ji bo danişîna dozê li dadgeha Îzmîrê amade bin.    'DIXWAZIN SER DOZÊ BIGIRIN'    Ji parêzerên doza Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agaç têkildarî danişîna bê axivî û destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê kirine awayek rêgeziyê û ev bêcezahiştin wêrekî dide êrişkar û kujeran. Agaç anî ziman ku ev bûyer û bêcezahiştin bermayên îktdara AKP’ê ya 20 salan e û ev pergala îktidarê û darazê kurmî bûye. Agaç da zanîn ku ew ê wek danişînên berê dê dîsa daxwazên xwe dubare bînin ziman û ew ê nehêlin ku ser dosyeyê bê girtin. Agaç her wiha bang li her kesî kir ku tev li danişînê bibin û ev doz ji bo civakê girîng e.    MA / Tolga Guney