Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin 2022-10-10 10:19:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên ji bo komploya 9’ê Cotmehê şermezar bikin li çar aliyê cîhanê derketin qadan, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr kirin.    Komploya navnetewî ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin 24 sal li pey xwe hişt. Komploya li dijî Ocalan duh li çar aliyê cîhanê hate şermezar kirin.    BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ   Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gavên destpêkê yên komployê lê hatin avêtin, bû yek ji navendên çalakiyan. Bi hezaran koçberên ji Şehba û Efrînê, komploya li dijî Ocalan hatiye kirin bi meşeke li dar xistin şermezar kirin. Li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê jî bi hezaran kesan komploya ku weke “Roja reş” bi nav dikin şermezar kirin.    ŞERMEZARKIRINÊN GIRSEYΠ   Amed, Wan, Agirî, Şirnex, Riha, Colemêrg, Stenbol û Îzmîr jî di nav de bi hezaran kes duh li gelek bajaran li ser piyan bûn. Meş û daxuyaniyên ku tevî êrîşa polîsan û gefa girtinê jî hatin kirin, komplo hate şermezarkirin. Di xwepêşandan û çalakiyan de dirûşmeya sereke “Bijî Serok Apo” bû, daxwaza sereke jî bû azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan.   LI ÇAR ALIYAN KOMPLO HATE ŞERMEZARKIRIN   Li gelek welatên weke Swêd, Brîtanya, Fransa û Fînlandiyayê jî li dijî komploya li dijî Ocalan bertek hatin nîşandan. Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi posterên Ocalan û pankarta bi nivîsa “Azadiya Rêber Apo azadiya min e” meşeke girseyî li dar xistin .    Di meşê de her wiha ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” ya Yekitiya Ewropayê (YE) bê derxistin îmze hatin komkirin. Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê li Dalstonê xwepêşandaneke girseyî û meş hate lidarxistin. Çalakiya protestoyî ya li ber avahiya Mala Gel ya Dalstonê dest pê kir, gelek caran dirûşmên ji bo Ocalan hatin qiriyan.    Li bajarên Bordeaux û Toulouse yên Fransayê û li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî çalakiyên şermezarkirina komployê pêk hatin.