Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin 2022-10-10 10:44:09   WAN - Li navçeya Elbakê cisme ku li herêma zarokê giran birîndarbûyî ye û welatiyan derdora wî bi keviran girtiye, tevî hemû serlêdanan jî nayê îmhakirin.   Li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê zarokê bi navê H.E. yê 12 salî di 26’ê tîrmehê de di encama teqîna cismên leşkerî giran birîndar bûbû. Cismê ku li herêma H.E. lê birîndar bûyî ye û ji aliyê gundiyan ve derdora wî bi keviran hatiye girtin hêj jî nehatiye îmhakirin. Welatiyan ji bo ku ew cism were îmhakirin serî li qereqolê da. Rayedarên leşkerî yên li qereqolê, îdiakirin ku îmhakirina cismî ne di berpirsyartiya wan de ye û xwestin serî li fermandariya navendî bê dayîn. Welatî nêzî mehekê ye li benda bersiva serlêdanê ne.