Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin 2022-10-10 12:52:33   ENQERE - Malbatên girtiyan ên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin bên berdan cara duyemîn hatin Enqereyê wiha bang kirin: “Bila partiyên siyasî gavan biavêjin.”   Çalkiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin bên berdan li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê dane destpêkirin didomin. Malbatên girtiyan ên di 15 çileyê de ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlih û Sêrtê hatibûn, piştî daxuyaniya li Meclisê dan bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Piştî ku 9 meh bi ser vê hevdîtinê re derbas bûn û tu gav nehatin avêtin malbatên girtiyan di 2’yê cotmehê de careke din hatin Enqereyê û dest bi hevdîtinan kirin.    Malbatên girtiyan ên di 2’yê cotmehê de ji Stenbol, Îzmîr, Amed û Wanê hatin bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokrasî û Pêşvebirinê (DEVA), Partiya Saadetê (SP), Partiya Pêşerojê (Gelecek) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) re hevdîtin kirin. Rayedarên Partiya Gel a Komarê (CHP) ku malbatên girtiyan ji wan daxwaza hevdîtinê kirin, randevû nedan malbatan. Malbatan raporên têkildarî girtiyên nexweşên giran amadekirî jî radestî partiyên ku bi wan re hevdîtin kirin, kirin.   Malbatên girtiyan ên cara duyemîn ji bo girtiyên xwe li Enqereyê serdana partiyên siyasî kirin, hevdîtin û daxwazên xwe vegotin.    ‘PIRSGIRÊKÊN ERDAL ÊN TENDURISTIYÊ HER KU DIÇE GIRAN DIBIN’   Xwişka Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin, Kûmrû Akgul, diyar kir ku hefteya borî roja pêncşemê çûye hevdîtina birayê xwe û wiha got: “Birayê min got ku her roja diçe pirsgirêkên wî yên tenduristiyê girantir dibin. Nexweşiya wî ya demansê hêdî hêdî pêş ve diçe. Ez dixwazim Erdal demildest bê dermankirin. Bi hezaran girtiyên me yên nexweş hene û girtiyên me yên nexweş derman nakin.”   ‘BILA PARTIYÊN SIYASÎ GAVAN BIAVÊJIN’   Akgul, bi bîr xist ku cara duyemîn e tên Enqereyê û wiha berdewam kir: “Weke malbatên ku ji bo edaletê li Stenbol, Îzmîr, Amed û Wanê nobetê digirin, em çûn serdana partiyên siyasî. Me diyar kir ku rewşa zarokên me her ku diçe girantir dibe û êdî em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em axaftina ‘psîkolojiya wan xerabû, întihar kirin’ a ji bo zarokên me yên li girtîgehan qebûl nakin, rastî îşkenceyê tên. Hêviya me ew e ku aliyên siyasî di zûtirîn demê de di vê mijarê de gavan biavêjin. Em her hefte li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê nobetê digirin, em rastî îşkenceya polîsan tên û tevî hemû îşkenceyan jî em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin.”   ‘ME TENÊ NEHÊLIN’   Akgul, bal kişand ser girîngiya hatina ba hev a dayikan a ji bo hemû girtiyan û got: “Hemû dayikên li Stenbolê ne em werin cem hev, zarokên me dimirin, heke em îro neyên ba hev, wê zarokên me bimirin. Divê rêxistinên girseyî yên demokratîk me bi tenê nehêlin.”   ‘BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN’   Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin û li Stenbolê Nobeta EdaletÊ digire Fînce Akman jî bi lêv kir ku divê kurê wê demildest emeliyat bibe lê wî nabin nexweşxaneyê jî wiha got: “Dewleta tirk bi salan e li ser gelê kurd zextan dike. Bi salan e hewl dide gelê kurd biqedîne, lê nake. Ev pirsgirêk bi kuştin û şeran çareser nabe, yekane çareserî bi lezgînî pêkanîna aştiyê ye. Em dayik naxwazin xwîna kesê birije, ji ber vê yekê me çalakiya nobetê ya ji bo edaletê daye destpêkirin. Bi salan e em vê dibêjin; bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Zarokên me nexweş in, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Aysel Tûglûk tevî nexweşiya xwe jî nayê berdan. Dewleta tirk ji çi ditirse, ji dayikan ditirse?”   ‘EM EDALET Û HIQÛQÊ DIXWAZIN’   Akman da zanîn ku di dema çalakiya nobetê ya li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê de ew timî rastî îşkenceya polîsan tên û anî ziman ku îşkenceya îro li wan tê kirin heman îşkenceya Îsraîl li gelê Fîlîstînê dike ye. Akman, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Mafek û hiqûqeke çawa ye ku bi ewqas polîsan dayikan îşkence dikin. Her tim heqaretê li me dikin, ew jî tera wan nake ji ber em edaletê dixwazin dozan li me vedikin. Em vê îşkenceyê qebûl nakin, mafên zarokên xwe dixwazin. Ji ber em li edalet û hiqûqê dixwazin hatin Enqereyê. Me bi DEVA, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê re hevdîtin kirin lê CHP’ê em qebûl nekirin. CHP’ê îro em qebûl nekirin lê ji bîr dike ku sibê du sibê wê edalet ji wê re jî lazim be. Hewcehiya me ewqas bi CHP’ê nîne, em ewqas ne qels in jî. Ji ber em ne qels in dewlet evqas êrişî me dike. Yekane daxwaza me ew e ku girtiyên nexweşên giran bên berdan, bila ew lê nenêrin, em ê li zarokên xwe binêrin. Li girtîgehan pêkanînên derveyî mirovahiyê tên kirin, em van qebûl nakin.”   ‘ME XWEST KU GAVAN BIAVÊJIN’   Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirin, Aslihan Tîmûr jî diyar kir ku ji Wanê hatine Enqereyê. Tîmûr, da zanîn ku ji ber edaletê berê xwe dane Enqereyê û wiha got: “Em li Wanê ji bo hemû zarokên xwe 9 meh in nobeta edaletê digirin. Kurê min 7 sal in di girtîgehê de ye, di hucreyê de tê ragirtin. Ji aktîveteyên civakî sûdê nagirin. Di saetên serê sibê de bi ser hucreyên wan de tê girtin, dest deynin ser pirtûkên wan. Cilên wan diavêjin, avên wan dibirin. Pêdiviyên wan ên kantînê pêşwazî nakin. Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan em hatin Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Her sê partiyên siyasî yên em baş pêşwazî kirin, me rewşa li girtîgehan vegot û ji wan re qala îşkenceyên hatine jiyîn kirin. Me bang kir ku partiyên siyasî ji ber vê yekê gavan biavêjin.”   ‘ZAROKÊN ME NE BÊXWEDÎ NE’   Tîmûr, anî ziman ku di serdanên xwe yên li partiyên siyasî de nûnerên partiyan ji wan re gotine “piştî hilbijartinê em ê çareser bikin” û destnîşan kir ku rewşa li girtîgehan qasî ku ji hilbijartinan re neyê hiştin cidî ye. Tîmûr, bi bîr xist ku girtiyên nexweşên giran hene û wiha berdewam kir: “Zarokên me yên înfazên wan hatine şewitandin hene, em dixwazin demildest ev bêhiqûqî bê bidawîkirin. Heta ku dilopeke xwîna me bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin, zarokên me ne bê xwedî ne. Em ê weke dayikan heta dawiyê li pey zarokên xwe û têkoşîna wan bin. Divê herkes xwedî li girtîgehan derkeve. Dema zarokên me dibin nexweşxaneyê bi kelemçeyan tên muayene kirin, em vê yekê qebûl nakin. Em heqaretê li wan nakin em tenê edaletê dixwazin.”   MA / Berîvan Altan