Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn 2022-10-10 13:00:15   AMED - Malbata endamê HPG’ê Umît Kûrtûlûş li mala şînê ya Şemrexê ji bo lawê xwe mewlîd da. Gelek welatî, sazî û partiyên siyasî yên Amedê beşdarî mewlîdê bûn.    Malbata endamê HPG’ê Umît Kûrtûlûş (Tohildan Hêvî) ku li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê di 28’e îlonê de jiyana xwe ji dest dabû îro li mala şînê ya Şemrex ya navçeya Rêzan a Amedê mewlîd da.  Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê û gelek welatî beşdarî mewlîdê bûn.    Piştî xwendina mewlîdê ji malbatê re sersaxî hate xwestin.