104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide 2022-10-10 15:38:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, xwest ku Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê de qewimîn vebêje û wiha got: “Bila vebêje û hesab bide.”   Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” ya li Qada Garê kiribû û di êrişê de 104 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Qurbaniyên komkujiyê li gelek navendan bi hin aktîvîteyan hatin bibîranîn.    ÎZMÎR    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li ber Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya li ber Gara Trenê ya Alsancakê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bi sedan kesên tev li bîranînê bûn derdora bîrdariyê bi wêneyan xemiland. Di bîranîna pankarta ku wêneyên qurbaniyan û nivîsa “Me ji bîr nekirin, em nadin jibîrkirin” li ser bûn de her tim dirûşmeyên “Me soz daye wan wê aştî pêk were” , “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” , “Kedkar wê hesabê ji kujeran bipirsin” û “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin. Ji bilî nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî tev li bernameya bîranînê bû. Piştî rêzgirtinê navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin xwendin. Dû re hevjîna Mesût Mak ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Evrîm Mak axivî.    Mak, diyar kir ku beriya 7 salan di mîtîngê de bi hevjînê xwe re bû û wiha got: “Wê demê li welatê me aloziyek hebû. Keça min a 7 salî bê bav ma û ez êşa wê tu carî ji bîr nakim. Her roj nûçeyên mirinan dihatin. Dayikekê perçeyên keça xwe ya perçebûyî di hembêza xwe de kom kir. Ji bo ev careke din neqewime em çûn wê derê. Mesût ji bo edaletê û ji bo mirin çênebin çû. Min texmîn nedikir ku bihayê gotina aştiyê dê ewqasî giran be.”   Dû re Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Egeyê Memîş Sari, diyar kir kul i Tirkiyeyê berdele aştiyê giran e û da zanîn ku bedelê vê bi qetilkirina 104 kesan dan. Sari, da zanîn ku kesên ev komkujiya hovanê pêk anîn wê hesaba wê bidin.   RIHA   Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin bi bîr anîn. Ji bo Nîlgul Çevîk û Başak Sîdar Çevîk li gundê Midep yê girêdayî navçeya Pirsûsê bîranîn hate kirin. Dayika Başak Sîdar Çevîk, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê dora goristanê ji aliyê bi sedan cendermeyan ve hate dorpêçkirin. Cendermeyan destûr da ku parlamenter Surucu û malbat bikevin goristanê û nehiştin girse bikeve goristanê.    Kesên tevî astengkirinê di nav heriya ji ber qenalên drenajê çêbûye re derbas bûn û ketin goristanê, ewilî rêz girtin. Parlamentera HDP’ê Surucu bertek nîşanî astengkirina cendermeyan da û wiha got: “Di 10’ê cotmeha 2015’an de heke bergirî hatibûna girtin ev mirov nedihatin qetilkirin. Ew bergiriyên ku wê rojê nehatin girtin îro ji bo bîranîna tên girtin.” Dû re Surucu wêneyê leşkerên ku goristan dorpêç kirin kişand. Dema fermandarê cendermeyan Surucuyê asteng bike, dayika Çevîk, Hatîce Çevîk bi gotina “Heke ev bergirî li Enqereyê hatibûya wergirtin, keça min nedimir” bertek nîşanî fermandar da.    Piştî bîranîna vê derê girse derbasî Goristana Asrî ya navçeya Pirsûsê bû û Yilmaz Elmascan bi bîr anî. Polîsan goristan dorpêçkirin û hem ketina malbatê hem jî ya girseyê ya goristanê bi hinceta “îro rojeke taybet e, bîranîna li ser gorê qedexe ye” astengkir. Li ser vê yekê li ber dorpêça polîsan daxuyanî hate dayîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya di daxuyaniyê de axivî xwest ku Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê de qewimîn vebêje û wiha got: “Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide. Em ê heta dawiyê hesaba van komkujiyan bipirsin. Em ê hesaba 10’ê cotmehê bipirsin.”   Piştî axaftinê bîranîn bi dirûşmeya “şehîd namirin” bi dawî bû.   Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî jî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hilgirtin. Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî, diyar kir ku di dosyaya dozê de polîtîkaya bêcezatiyê tê sepandin û destnîşan kir ku kesên kujerên komkujiyê nedarizandin faîlên komkujiyê ne.   Bîranîn bi dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke nede jibîrkirin”, “Şehîd namirin” û “Kujer wê hesabê bidin gel” bi dawî bû.    STENBOL    Qurbaniyên komkujiyê li Stenbolê jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê û endama parlamenteriyê Meltem Kubra Mollaoglû li ser gora xwe ya li Goristana Karacaahmet a li navçeya Uskudarê hat bibîranîn. Malbata Mollaoglû û siyasetmedar tev li merasîma bîranînê bûn. Ji bo Mollaoglû dua hatin kirin û li ser gora wê kulîlk hatin çandin. Dayika Mollaoglû diyar kir ku di serî de faîlên keça wê faîlên 104 kesan bi awayekî baş nehatin darizandin.    Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay jî wiha got: “Em baş dizanin ku faîlên Komkujiya Pirsûs û Enqereyê ew kesên bi gotinên ‘400 kursiyan bidin me bila ev kar çareser be’ gef dixwarin in.” Dîcle Delî ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li ser gora xwe ya li Goristana Sîlîvrîkapi ya navçeya Zeytînbûrnûyê hate bibîranîn.    Vahdettîn Ozgan, Selîm Ors, Azîze Onat, Ahmet Katûrlû, Cemal Avşar, Ayhan Kaya, Ramazan Tûnç û Fatma Karabûlût jî li Goristana Ihlamûrkûyû ya Umraniyeyê, Tayfûn Benol li Goristana Başibuyuk a Maltepeyê, Bînalî Korkmaz li Goristana Kanarya ya Kuçukçekmeceyê, Sarıgul Tuylu li Goristana Ayazaga a Sariyerê, Serdar Ben û Fatma Esen li Goristana Sultangaziyê hatin bibîranîn.   HATAY   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê jî qurbaniyên komkujiyê li Bazara Bît a Kevin bi daxuyaniyekê bibîranîn. Hêzên ked û demokrasiyê piştgirî da çalakiyê. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk diyar kir ku berpirsyariya peywîrdarên cemaweriyê ya di komkujiyê de li holê ye û da zanîn ku heta ev yek ji aliyê dadgehê ve were tespîtkirin wê şopdarên dozê bin.”   EDENE   Li navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ber Bîrdariya Aştiyê bîranîn hat lidarxistin. Tevî Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê DÎSK, KESK, Baroya Edeneyê, Odeya Tabîban a Edeneyê û TMMOB, HDP, EMEP, ESP, SYKP, Partiya Çep, TÎP, TOP, Halkevlerî, CHP û gelek malbat tev li bîranînê bûn. Dayika Dîlan Sarıkaya ya hat qetilkirin Neslîgul Sarıkaya, kesên jiyana xwe ji dest dane bi stranên ku bi girseyê re gotin bi bîr anî.   Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Fatma Sariogûz Guney, diyar kir ku heta ku faîlên komkujiyê derkevin holê wê têbikoşin û wiha got: “Kesên ku faîlan vedişêrin hevkarên vî sûcî ne. Em ê kesên ji bo desthilata xwe biparêze alozî derxistin tu car ji bîr nekin.”   Nesligul Sarikaya, nameya ji keça xwe Dîlan Sarikaya re nivîsandî xwend. Bîranîn bi firandina kevokên aştiyê û danîna qûrnefîlan a li ser bîrdariyê bi dawî bû.    MELETΠ   Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Meletiyê jî li ber Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya li Parka Aştiyê qurbaniyên komkujiyê bibîranî. Di bîranînê de endamên gelek partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî û welatiyên li bajêr amade bûn. Daxuyaniya hevpar Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanînstê (Egîtîm-Sen) ya Meletiyê Kazim Albayrak xwend. Dûre Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û wiha got: “Duh parlamenterê me yê Îdirê Habîp Eksîk hate derbkirin û lingê wî hate şikandin û ew rakirin nexweşxaneyê. Jîna Mahsa Amînî ji ber ku porê wê diyar bû ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Akademîsyen Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Dibe ku navê wan cuda be, lê hemû ji aliyê heman zîhniyetê ve hatin qetilkirin û îşkence kirin.”   Piştî axaftinan û daxuyaniyê beşdarvanan qûrnefîl danîn li ber bîrdariyê û balonên spî firandin.    AGIRΠ   Rêxistina HDP’a Bazîdê jî li ber avahiya xwe komkujî şermezar kir. Di daxuyaniya gelek welatî tev li bûn de Hevserokê HDP’a Navçeyê Serhat Ceylan xwend. Ceylan, bal kişand ku 7 sal in hêj faîlên komkujiyê nehatine girtin û destnîşan kir ku heta sûcdaran derxînin pêşberî hiqûqê wê têkoşîna xwe bidomînin.   ÎDIR   Rêxistina HDP’a Îdirê jî têkildarî komkujiyê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya gelek welatî tev li bûn de Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Suleyman Serhat bi lêv kir ku êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin êrîşeke li dijî edalet, wekhevî û azadiyê ye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” bi dawî bû.