‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’ 2022-10-10 16:25:20   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê xwest ku kesên di şermezarkirina komployan de hatine binçavkirin bên berdan. Baroyên Amed û Şirnexê jî diyar kirin ku tişta li parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk hatiye kirin binpêkirina qedexeya “îşkence û mûameleya xerab e”.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrişên polîsan ên li dijî kesên komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şermezar kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tundiya polîsan û dazanîn ku gelek welatî birîndar bûn û herî kêm 138 welatî hatin binçavkirin û hêj jî hinek di bin çavan de ne.    ‘BILA KESÊN BINÇAVKIRÎ DEMILDEST BÊN BERDAN’   ÎHD’ê, bal kişand ser êrişa polîsan a li dijî parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk û wiha got: “Di dema meşê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê wekîl Habîp Eksîk di encama tundiya polîsan de ji ber derbên laşê wî ketin birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Hate dîtin ku di heman meşê de tundî û mûameleya xerab li gelek welatiyan jî hate kirin.” ÎHD’ê xwest ku welatî û siyasetmedarên li Amedê û bajarên Bakurê Kurdistanê yên din di çalakiyan de bi mûameleyeke nebaş hatin binçavkirin demildest bên berdan.     ‘BILA LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’   Baroya Şirnexê jî bertek nîşanî derbkirina parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk a ji aliyê polîsan ve da û wiha got: “Em helwesta dermirovî û zalimane ya derhiqûqî ya li Eksîk hatiye kirin qebûl nakin û li bendê ne ku derbarê berpirsyaran de demildest lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê şopdarê mijarê bin.”   Baroya Amedê jî li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Êrişa polîsan a li dijî parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk a di 9’ê cotmehê de li navçeya Gevera Colemêrgê hatiye kirin bi awayekî vekirî binpêkirina qedexeya îşkence, mûameleya xerab û dermirovî ye. Divê meqamên edlî û îdarî ji bo demildest lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”