Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan 2022-10-18 15:05:56   AMED - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç a ku 6 meh bû girtîbû, hat berdan.    Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç beriya niha bi 6 mehan li ser îfadeyên Kezban Kuday ku bûbû îtîrafkar hatibû girtin. Danişîna doza derbarê Esengul Kilinç de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Kilinç ji girtîgehê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerê wê Mehmet Oner di danişînê de amade bû. Kezban Kuday a ku bûbû îtîrafkar tev li danişînê nebû.    Kilinç di danişînê de axivî û bersiva sûcdariyên li ser xwe da û destnîşan kir ku îtîrafkar Kezban Kuday a ku derbarê wê de îfade daye bêbingeh in. Kilinç xwest were tehliyekirin.    Parêzer Mehmet Oner jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê berdan.    BIRYARA BERDANÊ    Dadgehê xwest ku Kuday danişînek din li danişînê bê amadekirin û bi şertê kontrola edlî beriyara berdana Kilinç da û danişînek din taloqî 29’ê mijdarê kir.