Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî 2022-10-18 15:37:53   STENBOL - Tirkiyeyê têkildarî cezayê hefsê yê muebeta giran de “Plana Çalakiyê” pêşkeşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir. Tirkiyeyê di planê de dîsa dubare kir ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji “mafê hêviyê” “bêpar” hatine hiştin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî “cezayê hefsê yê muebeta giran” yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, di dîrokên cuda de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê di serlêdana xwe de bal kişandin ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê cezayê hefsê ya muebeta giran de û jê xwestin ku di zûtirin demê de bigirin rojeva xwe.    Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dem dabû Tirkiyeyê ku heta dawiya meha îlona sala 2022’yan têkildarî “cezayê hefsê yê muebeta giran” agahiyan bide bê ka di vê mijarê de gav avêtine yan na. Tirkiyeyê di 14’ê cotmehê de ji bo şopandina “mafê hêviyê” planeke çalakiyê ya nû pêşkeş kir.    CAREKE DIN GOTIN ‘ÎSTÎSNA’   Di plana çalakiyê de biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya derheqê cezayê muebeta giran de hat bibîrxistin. Tirkiyeyê di plana çalakiyê de îdia kir ku di mewzûatê de ji bo berdana şertê kontrola edlî mekanîznameyek heye lê belê hinek “sûcên îstîsna” hene ku nakevin ber vê mewzûatê. Bi vê yekê re dîsa dubare kir ku kesên ev “sûc” kirin, ji van mafan “bêpar” hatine hiştin.    GAVEKE QANÛNÎ NÎNE   Di plana çalakiyê de ji bo “cezayê hefsê yê muebeta giran” qala tu qanûnên sererastkirinê nehat kirin û wiha hat gotin: “Rayedar, têkildarî şertên serlêder de wisa difikirin ku hewcehî bi tevdîrên şexsî yên zêdetir ku Komîteya Wezîran di lêkolîna berê de ji derheqê dozê de pêşniyar kiribûn nîne.”   Bi domdarî jî ev tişt hatin parvekirin: “Weke encam, meqamên tirk dixwazin destnîşan bikin ku weke qeydek, pêkane ku kesên cezayê hefsê yê muebeta giran lê hatiye birîn bi şertê kontrola edlî werin berdan. Lê diyar dikin ku tenê kesên sûcên herî giran kirin ji vî mafî bêpar hatine hiştin. Rayedar, destnîşan dikin ku mekanîzmayeke mîna ya me li hinek welatên endam jî heye. Tê dîtin ku bi taybet jî li dijî sûcên giran an jî sûcên organîzekirî de ev ceza, weke tevdîreke bibandor tê bikaranîn.”