Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin 2022-10-18 16:48:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî bandora çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne dîmenek parve kir.    Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di nava 6 mehên dawî de Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexe bi kar anîne.  Di meha cotmehê de Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) anî ziman ku delîl hatin bidestxistin û xwest lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.   Yek ji deverên ku artêşa tirk lê çekên kîmyewî bi kar tîne jî herêma Werxelê ya Avaşînê ye. ANF’ê, têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî yên li vê qadê dîmenên nû parve kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku komeke leşkerên tirk tên ser tunelên şer ên herêma Werxelê, çend leşkerên ku werîs li nava wan girêdayî berdidin ber derê tunelan. Piştî ku leşkeran çekên kîmyewî yên ku di destê wan de bûn avêtin deriyê tunela şer, bi lez û bez dûr ketin.   XAZÊN BÊBÊHN Û BIBÊHN   Ji endamên YJA Starê Zîlan Mêrdîn ku yek ji kesên mudaxeleya ewil li endamên HPG’ê yên rastî êrişên çekên kîmyewî hatin e û wiha qala bûyerê kir: “Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye. Hema bêje her roj dijmin bi bombeyên tund li deriyên tunelên şer teqînên mezin pêk tîne. Di heman demê de xazên kîmyewî yên bêbêhn/bibêhn û xazên îsotê yekser an jî bi hev re bikar tîne. Ji ber ku bi teqînan re di nava hev de çêdibe, bi rastî çi diqewime nayê fêmkirin.   Heval Baz û Helbest jî bi heman awayî di rojên cuda de rastî êrişa çekên kîmyewî hatin. Piştî teqîna mezin çêbû, me ji hevalan agahî negirt. Heval gihiştin wan û birin cihekî ewle. Hevalên din ên çûn û van hevalan anîn, tevdirên xwe girtin û çûn. Wan got ku her çend ji teqînê bêhnên cuda yên teqemeniyê hebûn jî, bêhna çekeke kîmyewî ya pir cuda ji wan nehat, lê xazeke gewr a qalind li hawirdorê hebû."   BANDOR LI REHIKAN KIR   Bi domdarî Mêrdîn diyar kir ku dema du endamên HPG’ê ji çekên kîmyewî bandor bûne, ketin hundir, yekem nîşaneya bîrkirina hişî dîtine û wiha domand: “Li bîra wan ne dihat, hevala Helbest pêşî hişê wê çûbû, dû re tevgereke bê kontrol û mîna ku dîn bûye dikeniya. Paşê ji ser hişê xwe çû. Û şehîd bû. Axaftin û tevgera hevala Helbest bê kontrola wê derdiket pêş. Xaza çeka kîmyewî bandor li pergala rehikan kiribû, karê fîzyolojîkî yê normal yê laşê wî tepisandibû û têk biribû. Heval, ji nişka ve gelek şa dibe û dikeniya; ew rewşek nenormal bû, ku di psîkolojiyê de jî wekî 'oforî' tê pênasekirin û ji ber çeka kîmyewî ya ku rû bi rû maye pêşketiye. Ji ber ku hevala Helbest fermandarekî pêşeng bû ku em ji zû ve nas dikin û di demên asayî de ti carî tiştên wiha nedikirin.   Em dizanin ku çekên kîmyewî yên ku dibin sedema bandorên bi vî rengî di destê dewleta tirk de ne û ji çekên kîmyewî yên bi vî rengî re dibêjin 'xaza sinêrê' û 'Sîxûrê Bêbandorkirina Pergala Laş'. Tabun, soman û sarîn wekî çekên kîmyewî bikar tînin. Her çend 'Sîxûrê Bêbandorkirina Pergala Laş' di hawirdora vekirî de ne kujer bin jî, dema ku li hundirê ronahiyek tund werin derxistin ew dikarin kujer bibin. Weke ku ji navê vê çeka kîmyewî jî tê fêmkirin; lê belê armanca wê ew e ku pergala rehikê û vîna kesên li aliyê din têk bibe û ji şer derkeve.”   ‘TIŞTEK NEDIHAT BÎRA WÎ’   Di berdewamê de Mêrdîn anî ziman ku heman bandor li ser endamê HPG’ê Baz jî hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hevalan xwe gihandin wî û ew anîn, tiştek nedihat bîra wî. Hişê wî ne li serê wî bû. Helwestên mîna dînbûyî nîşan dida. Rewşa wî li gorî ya hevalê Helbest girantir bû. Ne li ser hişê xwe bû. Em nizanin bê çend deqeyan, çend cûre çekên kîmyewî bandor li wî kir. Dema ku hevalan xwe gihandin wî ji xwe li erdê bû. Me dest bi destwerdana destpêkê kir.   Hevalê Baz bi zorê nefes digirt. Bandoreke giran li hilmstandina wî bûbû. Mîna ku di dîmenan de tê dîtin ku zêde xwê dida û diricifî. Bi vê yekê bedena wî ya bi jehrê ketibû hewl dida jehrê biavêje. Ji ber ku dema mirovek bi jehrê dikeve, mekanîzmaya parastinê ya bedenê mirovan dikeve dewrê, jehrê bi xwezî û xwedanê hewl dide biavêje derve. Ji ber vê yekê dikeve nava krîzê. Hevalê Baz zehmetî dikişand ku hilmê bistîne, di dema hilmstandinê de dikir xure xur û bêhn lê diçikiya."   JI BER KÎMYASALÊ ŞEHÎD BÛN   Mêrdîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên Baz, Helbest û Demhat Têkoşîn ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li gel me şehîd bûn. Bi derfetên kêm ên li ber dest, me hewl dan destwerdanê bikin lê belê mixabin nekarîn hevalan rizgar bikin. Dijmin her carê li cihên cuda bi rêbazên cuda, bi cureyên cuda yên kîmyewî êrişan dike. Ew kêlî bi serê me ve hat û hîn jî bi serê me ve tê. Niha jî heman êrîş li hemberî me tê kirin û em li ber xwe didin. Gelek hevrêyên me li çeperên şer bi fedaîtî li ber xwe didin. Bila her kes zanibe; her şehadet kîn, hêrsa me, baweriya me, îradeya me mezintir dike. Ji bo ax û bîranîna şehîdan em ê teqez bi ser bikevin.”