RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin 2022-10-18 18:35:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, daxuyand ku di çalakiyên protetoyê yên li Rojhilat û Îranê de 41 rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de hatine girtin.    Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) têkildarî binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanên li Rojhilat û Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di xwepêşandênên li Îranê de ji derdorên herî zêde hedef têng irtin yek jê jî rojnamevan in."   RSF'ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji roja xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê dest pê kirine heya niha 41 rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de hatine girtin.