Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin 2022-10-19 10:42:04   ŞIRNEX - Ji bo “mîhrîcana muzîkê” ya li Cizîrê ku ji hêla walîtî, qeymeqamtî û qeyûm ve tê organîzkirin, alavên sporê yên Parka Mem û Zînê hatin jêkirin.    Li Cizîr a Şirnexê dê di 30’ê cotmehê de bi bi pêşengtiya walîtî, qeymeqamtî û qeyûmê Şaredariya Cizîrê, “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By. Mr. Dosso Dossi” bê lidarxistin. Tê gotin ku mîhrîcan dê li Parka Mem û Zînê were lidarxistin. Hat zanîn ku qeyûmê şaredariyê, alavên sporê yên li parkê jê kirin. Li şûna alavên ji parkê hatin kirin, korik çêbûn.    Alavên sporê bi makîneyên kar jê hatin rakirin û nehat zanîn bê ka dê bi ku ve bibin.