Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin 2022-10-19 10:45:56   WAN - Li navçeya Erdîşê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û Hevseroka HDP’a Erdîşê Fatma Serhatli û endamê HDP’ê Îdrîs Îşleyen hate binçavkirin.    Li navçeya Erdîşa Wanê, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de polîsan di saten serê sibê de bi ser malên Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdîşê Fatma Serhatli û endamên HDP’ê Îdrîs Îşleyen de girtin û Serhatli û Îşleyen binçavkirin.    HDP’iyên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.