Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin 2022-10-19 13:17:12   ŞIRNEX - Cenazeyê Dîlara Urper ku di çalakiya li dijî Malapolîsan a Tece ya Mêrsînê de jiyana xwe ji dest da, piştî 23 rojan li bajarê xwe navçeya Qilebanê hate veşartin.    Cenazeyê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) a HPG’î ku di 26’ê îlonê de di çalakiya li dijî Malapolîsan a Tece ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê bi Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) a HPG’î ve jiyana xwe ji dest da, piştî 23 rojan li bajarê xwe navçeya Qilebana Şirnexê hate veşartin.    Malbata Urper, li ser testa wan a DNA’yê ji hev girt, cenazeyê keça xwe ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê wergirt. Cenazeyê Urper îro anîn navçeya Qilebanê. Cenaze li goristana li Taxa Ozellî ya navçeyê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan, destûr neda ku ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe.