Dayikên Aştiyê: PDK hevkarê vê komkujiyê ye 2022-10-19 14:55:41   AMED - Dayikên Aştiyê têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li Amedê daxuyaniyek dan û êriş şermezar kirin. Dayikan her wiha bertek nîşanî PDK’ê jî dan û wiha gotin: “PDK, hevkarê van komkujiyan e.”    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî li Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Dayikên Aştiyê ya navçeya Rezan a Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyên li Başûr tên kirin, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine kirin û komkujî şermezar kirin.    Di daxuyaniyê de ji Dayikên Aştiyê Emîne Denîz diyar kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî li her devera cîhanê qedexe ye û wiha got: “Lê belê bi kar anîna li dijî kurdan qedexe nîne. Em vê nêzikatiya raya giştî û bi taybet jî ya welatên ewropî şermezar dikin. Van çekan tenê li dijî me bi kar tînin û kezeba dayikên kurd dişewitînin. Dema em serê xwe didanîn ser balîfê xwe, xew bi çavên me nakeve. Ne misilmantî, ne tu oleke din û ne jî tu kesê ji xwe re dibêje ez mirovim, vê qebûl nake. Weke dayikan em jî vê qebûl nakin.”    BANG LI BARZANÎ KIRIN   Bi domdarî Denîz bal kişand ser helwest û nêzikatiya malbata Barzanî û wiha bang kir: “Ev komkujî bi hevkariya Barzanî pêk tên. Em wan şermezar û lanet dikin. Me gelek caran bi Barzanî re peywendî danîn lê tu gavek neavêt. Ev ne mirov û ne jî kurd in. Heke hindik kurdayetî bi wan re hebûya, dê tu carî nekariyan van kiryaran bikin. Banga me ji bo hemû mirovahiyê ye; divê her kesê ji xwe re dibêje mirov li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî derkeve û ya ku ji dest tê bike. Bi kar anîna çekên kîmyewî ne exlaqî û ne jî qanûnî ye. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin.”