Şaxa SES’ê ya Amedê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe mezintir bikin 2022-10-19 15:22:29   AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heke daxwazên wan ên ji bo başkirina xwarinê neyê çareserkirin, dê çalakiyên xwe li seranserî welêt berbelav bikin.    Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê bi mebesta protestokirina pirsgirêkên xwarina nexweşan û yên kedkarên tenduristiyê, di 15 îlonê de li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî dest bi çalakiya boykotkirina xwarinê kiribûn. Di nava mehekê de SES’ê çar caran li pêşiya nexweşxaneyê çalakî li dar xist. Şaxa SES’ê têkildarî çalakiya xwe li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES a Amedê Şiyar Gultekîn û endamên konfederasyonê di daxuyaniyê de amade bûn.    Daxuyanî ji hêla Sekretera Darayî ya Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn ve hat xwendin. Tekîn, anî ziman ku ji bo başkirina xwarinên kedkarên tenduristiyê û nexweşan, di 15’ê îlonê de bi mebesta hişyariyê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî çalakiya boykotkirinê dabûn destpêkirin. Tekîn, bi bîr xist ku wan di heman çarçoveyê de li pêşiya Nexweşxaneya Welidînê, li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê jî çalakî li dar xistine. Tekîn, da zanîn ku piştî çalakiyên wan, derket holê ku heman pirsgirêk li gelek deveran heye.    HIŞYARÎ DA   Tekîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êriş li ser endamên me çêbûn û bi çekan xwe rakişandinê. Walîtiya Amedê got ku derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev lêpirsîn didome. Her wiha me ji bo çalakiyê bi rayedaran re hevdîtin kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê soz dan me lê ev sozên xwe bi cih ne anîn. Lewma jî em ê ji bo du rojan anku di 20-21’ê cotmehê de li pêşiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl çalakiya boykotê li dar bixin. Heke ku daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê vê çalakiya xwe li tevahiya bajêr û li seranserî Tirkiyeyê berbelav bikin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê çalakiya xwe bidomînin.”