OPCW’ê bersiva pirsa ‘çekên kîmyewî’ da: Heta dewlet nexwazin em nikarin lêkolîn bikin 2022-10-19 16:04:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî pirsa têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî li başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve wiha da: “Heta ku dewlet daxwaza lêkolînê nekin, em nikarin îdiayan lêkolîn bikin.”    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve, li ser maîlê bersiva pirsên JINNEWS’ê da. Rayedarên OPCW’ê daxwaza hevpeyvînê red kirin û diyar kirin ku heta dewletên alî daxwazê ji wan nekin, bi tu awayî “îdiayan” lêkolîn nakin.    OPC’ê wiha bersiva pirsê da: “Servîsa Teknîkê ya Sektreteryaya OPCW’ê ev çendek sal e rewşa li vê herêmê, îdiayên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî û daxwazên lêkolînkirina van îdiayan dişopîne. Tu agahiyeke piştrastkirî ya derheqê bi kar anîna çekên kîmyewî de û an jî daxwazeke Dewletên Alî yên Peymana Çekên Kîmyewî negihiştiye ber destê sekreteryaya me ya rêxistinê. Di çarçoveya Peymana Çekên Kîmyewî de, Sekreteriya Teknîkê ya OPCW’ê dema dewleteke alî daxwaz kir em dikarin li dijî çekên kîmyewî û gefa bikaranîna wan alîkariyê bide.”   OPCW’ê bi vê bersiva xwe ve li xwe mikûr hat ku heke mijara behsa xeberê dewlet nebin, kîjan civak an jî derdor rastî çekên kîmyewî bên jî, dê alîkariyê nedin wan.    Her wiha OPCW’ê pirsa; “Gelo ma hûn li hemberî van îdiayan înîsiyatîfê nagirin? Ji ber ku heke îdia rast bin û heke dewlet tu serlêdanan nekin, gelo dê di mijara lêkolînkirina sûcên şer de pêşketineke çawa bibe?” jî bê bersiv hişt.    17 HPG’IYAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de 17 endamên HPG’î jiyana xwe ji dest dabûn. Nasnameyên endamên HPG’ê duh hatibûn aşkerakirin. Di heman demê de dîmenên du endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn jî hatin parvekirin. Hat ragihandin ku ji ber çekên kîmyewî, sîstema rehikan û ya hilmijê ya endamên HPG’ê felc bû û jiyana xwe ji dest dan.