Kesên ku polîsan li Kadikoyê tundî li wan kiribûn wê giliyê bikin 2022-10-19 17:02:59   STENBOL - 8 kesên jin û LGBTÎ+ di nav de têkildarî tundî û tacîza polîsan a li navçeya Kadikoyê wê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.     8 kesên jin û LGBTÎ+ di nav de têkildarî tundî û tacîza polîsan a li Yeldegîrmenî ya navçeya Kadikoya Stenbolê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bilî kesên tundî lê hate kirin parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê, Komîsyona Jinan a Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn ve pankarta “Ne LGBTÎ+ û jinan tacîzkar û îşkencekaran cezabikin” Daxuyanî Ameda Karakûzû xwend. Karakûzû, bi lêv kir ku li ser Cadeya Halîtaga ji aliyê du zilaman ve du tundî li du jinan hate kirin û hatin tacîzkirin û da zanîn ku jinan li dijî vê êrişê xweparastin. Karakûzû, diyar kir ku jin û LGBTÎ+’yên xwestin ji cihê bûyerê biçin careke din ji aliyê heman kesan û polîsan ve tundî li wan hate kirin û wiha got: “Kesên nasnameya wan nediyar û kesekî bi cilên sivîl kulm danîn serê hevaleke me û çend polîsan hevaleke me ya din bi paş ve kelemçe kirin. Polîsan hevalên me bi kulm û pêhnan û bikaranîna gaza îsotê ya ji nêz ve û bi kelemçeya bi paş ve îşkenceyê hatin binçavkirin. Karakûzû ragihand ku polîsên ku di vê kêliyê de video jî dikişandin 4 kes bi kelemçeya bi paş ve birin Qereqola Polîsan a Îskeleyê.    LI QEREQOLÊ ÎŞKENCE KIRIN   Karakûzû, da zanîn ku îşkence li qereqolê jî berdewam kir û wiha berdewam kir: “Ji ber gaza îsotê ya ji nêz ve bikaranîn hevaleke me ya nexweşiya astimê aciz bû, tevî ku me dermana wê ya astimê ku di çanteyê wê de bû xwest jî polîsan derman neda. Di wê navberê de hevala ji ser hişê xwe çû û bi kelemçeya bi paş ve kete erdê. 3 jê LGBTÎ+ 4 hevalên me yên şahidiniya vê bûyerê kirin hatine ber deriyê qereqolê. Hevalên me îtîrazî îşkenceya polîsan kirine û gotine ‘em dîmenên îşkenceyê dikişînin’. Li ser vê yekê ev hevalên me jî bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Di encama îşkenceya ku li qereqolê berdewam kir de destê hevaleke me, diranekî hevaleke me û kirkirka guhê hevaleke me şikestiye û lêva hevaleke me teqiyaye û hevaleke me jî travmaya ser derbas kiriye. Her wiha laşê hemû hevalên me werimîne û şîn bûne.”   ‘DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’     Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÇHD’a Stenbolê Duşun Altintaş jî tiştên li qereqolê qewimîne weke “derveyî hiqûqê” bi nav kir û diyar kir ku wê bibin şopdarên bûyerê.     Parlamenter Zuleyha Gulum jî da zanîn ku êrişên li kolan û qereqolan çêdibin ji cesaret girtina dewletê pêk tên.     Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê tundî pêk tê.     Piştî daxuyaniyê kesên tundî lê hate kirin serî li dozgeriyê dan û gilî kirin.