Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin 2022-10-19 19:21:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê şermezar kirin, bang li saziyên navneteweyî kirin ku xwe li bêdengiyê daneynin.    Bertekên li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Feder didomin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûroyeyê li dijî vê daketin qadan û bang li rayedaran kirin ku demildest li hemberî vê rabin.    Meclîsên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên ku Tirkiye dike şermezar kirin.    HESEKÊ   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê li pêş navneda xwe daxuyaniyek da. Endama meclîsê Aya Keleş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em van karên terorê yên ku dewleta Tirkî ya faşîst li dijî şoreşgerên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şeremzar dikin. Ev êriş îradeya gelên herêmê hedef digirin, ji ber ku gerîla zarokên van gelan in.”   Her wiha bêdengiya navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezarkirin.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de hevseroka meclîsê Culnar Salih heman daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê xwend.   Heman daxuyanî li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim Salim ve hat xwendin.   TIRBESPIYÊ   Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku tiliya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji di qetilkirina 17 gerîlayan de heye.    Daxuyanî li ser rêya Siyahî ya bakurê navçeyê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Xaliye Ehmed ve hat xwendin. Malbatên şehîdan, saziyên navçeyê, partiyên siyasî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û endamên Kongra Star tevî şêniyên navçeyê beşdar bûn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî piştî têkçûna wê ya siyasî û leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin.   Her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi dewleta Tirkiyeyê re jî hat şermerzarkirin û wekî “xiyaneta bi doza kurdî re” hat binavkirin.   Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi gerîlayan re bin û ev tişt hat gotin: “Bikaranîna çekên kîmyewî û zêdekirina êrişan dê têkoşîna me qels neke, lê belê bi hezaran dê çekên şehîdan rakin û tola wan hilînin.”   QAMIŞLO   Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş konê sersaxiyê yê endamê HPG'ê Osman Ebdî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.   Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya ji bo êrişên li dijî gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî desteka ji van êrişan re hat wesifkirin û wiha hat gotin: "Ji qetilkirin, sûc û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser vê xakê, rêxistina mafên mirovan li ku ye?" Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Dewleta Tirkî nikare vîn û hêza me bişikîne û em hêzên xwe bernadin û emê li ser rêça şehîdên xwe û felsefeya rêber Ocalan bimeşin."   HELEB   Bi heman armancê, Saziyên Civaka Sivîl ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li pêş navenda xwe ya li rojhilatê taxê daxuyaniyek da. Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye ji roja hatiye damezrandin heya niha kurdan hedef digire û îşaret bi komkujiyên wekî Geliyê Zîlan, Dêrsim, Mereş û Roboskiyê hat kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û desteka NATO’yê kirine ku dewleta Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar bîne.   Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Ruxmî hemû rê û rêbazên tund, van zihniyetên radîkal nikarîn kurd û tevgerên wê yên rizgariyê têk bibin. Ji ber kurd û tevgerên xwe xwedî pradîgmayeke taybet ku xwe dispêrin fikir, rêxistin û hêzên berxwedêr."   Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta AKP-MHP'ê di nava krîzeke mezin de ye û projeya wê ya Osmaniya Nû ku xwe dispêre îslama siyasî bi bin ket û wiha hat gotin: "Êdî fikrên şervanên modernîteya demokratîk hêza girîng li herêmê ye û bêyî wan tu pirsgirêkên li herêmê nayên çareserkirin."   Her wiha Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan jî kirin ku dest ji bêdengiyê berdin û bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û li hemberî sûcên dewleta Tirkiyeyê xwedî helwesteke zelal bin.