Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin! 2022-10-20 09:00:38   RIHA - Agahî û belgeyên di îdianameyê doza malbata Şenyaşarê de nîşan didin ku dîmenên kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi awayekî organîzekirî hatine dizîn.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êriş biribûn ser kargeha malbata Şenyaşar. Di vê êrişê de birayên hev Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Di bûyerên li kargehê de, Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKP'î, bi guleyekê birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê miribû. Piştî vê xizmên Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê jî êrişên xwe yên li hemberî malbata Şenyaşar domandibûn û Hecî Esvet Şenyaşar ê ku ji bo kurên xwe yên birîndar Celal û Adil Şenyaşar hatibû nexweşxaneyê, li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşar hatibû lînckirin û qetilkirin.    Piştî 4 sal û 4 mehan, îdianameya der barê dosyeya "nexweşxaneyê" di 16'ê cotmehê de hat amadekirin. Di îdianameyê de tişta berbiçav dîmenên kamerayên nexweşxaneyê ne ku hatibû derpêşkirin ku hatine dizîn. Ev îdiayên ku digotin dîmen hatine dizîn û di çapemeniyê de hatibûn belavkirin, bi îdianameyê re hatin belgekirin. Di îdianameya der barê komkujiya li nexweşxaneyê de, ji ber kuştina Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar bi sûcê "kuştina bi qesdî, alîkariya ji bo hewldana kuştina bi qesdî" hatiye xwestin ku du caran cezayê muebedê li 14 kesan bê birîn û hatiye xwestin ku bi sûcê "binpêkirina mafê parêzbendiya kargehê, zirara li malê cemaweriyê, jiholêrakirina delîlên sûc û diziya eşyayên li avahiyê hatine parastin" bi giştî 15 sal li 5 bersûcan bê birîn.    Agahî û belgeyên têkildarî diziya dîmenên kamerayên nexweşxaneyê yên di îdianameyê de jî nîşan didin ku dîmen bi awayekî organîzekirî hatine dizîn.    ‘SAETEKÊ DEM XWEST'   H.O.'yê di Şîrketa Elektrîkê ya BEDAŞ'ê de dixebite ku di çêkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de xebitiye, wekî şahid hatiye guhdarkirin. H.O. di îfadeya xwe de ji bo dîmenên tê îdiakirin hatine dizîn diyar kiriye ku yêdeka pergala kamerayê tune bûye û gotiye ku ji ber ku yêdekkirin di şertnameya îhaleyê de tune bûye nehatiye çêkirin. H.O. diyar kiriye ku piştî bûyerê rayedarên midirûiyeta polîsan gazî wî kirine û gotiye ku li nexweşxaneyê bi qasî 400 serikên kamereyan jê kiriye û amûra qeydkirinê hatiye rakirin û bi tu awayî zirar nedaye pergala qeydkirin û amûrên DVR'yê bêyî bên parçekirin ji cih hatine derxistin. H.O. ji bo van amûrên hatine derxistin jî ev tişt gotine: "8 heb DVR, 3 heb Matrîks hatine birin. Her DVR'yek 10 kîlo ye û Matrîks jî li dor 15 kîloyan e. Anku eşyayên bi qasî 100 kîloyî di paceyê re hatine derxistin. Ev pergal bi awayekî profesyonel bi qasî saetekê ji cih tê derxistin û birin. Paşveanîna van dîmenan ne pêkan e."    Xebatkarekî din ê bi navê K.K. ku ew jî di înşeata nexweşxaneyê de xebitiye, hema bibêje wekî H.O. îfade daye.    ‘400 KAMERA DI 15 DEQEYAN DE HATINE DIZÎN'   F.Ş. ku wekî ewlekarê taybet li nexweşxaneyê dixebite û berpirsê odeya serverên kamerayan bûye jî derpêş kiriye ku roja bûyerê saet di navbera 17.00-17.05'an de peywirdarên midûriyeta polîsan ji bo vekolandine dîmenên kamerayan gazî wî kirine û gava çûne odeyê dîtine ku camên odeyê şikandî bûne û dîmen hatine dizîn.    Lê H.O. û K.K. jî diyar kiribûn ku ev pergala encax di saetekê de ji cih bê rakirin. Li kargehê bûyer saet di 15.55'an de dest pê kiribûn. Ên birîndar bûne jî saet di 16.22'yan de bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê hatibûn kirin û ambulans saet di 16.30'yî de gihaştibû nexweşxaneyê. Xebatkarên nexweşxaneyê jî di îfadeyên xwe de gotibûn li nexweşxaneyê birîndar saet li dir 16.45-16.50'yî de bi êrişan re rû bi rû mane.   Li gor tiştên ku peywirdarê taybet ê nexweşxaneyê gotine, 400 serikên kamerayan di 15 deqeyan de hatine jêkirin. Lê li gor agahiyên teknîkeran ev kar bi awayekî profesyonelî bê kirin, dê di saetekê de bê kirin.    Hatiye diyarkirin ku gumanbar Saîm Yildiz, Mahmût Yildiz, Şerîf Dûrmaz, Muslum Yildiz û Îbrahîm Halîl Şîmşek ku bi diziya dîmenan tên sûcdarkirin, çendî gotibûn roja bûyer ew li cihekî din bûne jî, lê bi qeydên HTS'ê hatiye tespîtkirin ku ew li wir bûne û bi veşartina delîlên sûcî, tunekirin û guherandina wan sûc kirine.    Her wiha hatiye îdiakirin ku kameraya midûriyeta polîsan a li baxçeyê nexweşxaneyê mêze dike jî roja bûyerê xerabe bûye û ji bo dîmenên kamera TOMA'yê jî hatiye gotin ku ne zelal in.    MA / Emrûllah Acar