‘Bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê dixwazin qeyûm tayinî elewîtiyê bikin' 2022-10-20 09:01:42   STENBOL - Rêxistinên elewiyan anîn ziman ku desthilat wekî meseleyeke ewlehiyê li elewiyan mêze dike û Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan jî wekî tayinkirina qeyûm pênase kirin.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 7'ê Cotmehê de daxuyandibû ku dê "Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan" ava bikin. Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî vê daxuyaniya Erdogan dan.    'DIXWAZIN ELEWÎTIYÊ VEGUHERÎNIN SUNÎTIYÊ'   Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan destnîşan kir ku Erdogan dixwaze rejîma îslamî ava bike û elewiyan jî wekî "pêbend" dibîne û wiha got: "Ji lew re elewîtî û îslam ne wekhev in, baweriyên cuda ne. Elewîtî ji roja roj de li ser esasên jiyana wekhev e û demokrasiyê ye. Gava elewîtî di warê civakî de bê avakirin dê meseleya xwezayê, meseleya jinê û meseleya demokrasiyê ji holê rabe."    Doganê bibîr xist ku berê jî bi projeyên "mizgeft cemxaneyê" hewldanên ji bo elewîtiyê veguhere sunîtiyê hatiye çêkirin. Doganê gotina Erdogan ku gotibû "em ê rê nedin elewîtiyeke jirêderketî" bibîr xistin û got ku vê yekê jî wekî rojanekirina feraseta "jirêderketî" û heqaretekê dihesibînin. Doganê destnîşan kir ku desthilat wekî meseleyeke ewlehiyê li elewîtiyê mêze dike û got ku elewî doza hevwelatiyê dikin.    TAYINKIRINA QEYÛM   Doganê diyar kir ku Erdogan bi serokatiya cemxaneyê dixwaze "qeyûm" tayinî baweriya elewîtiyê bike û got ku ev yek dê nebe cihê daxwazên elewiyan û elewî dê rayê nedin van polîtîkayan.    Doganê bi lêv kir ku heya hevrûbûn çênebe, daxwaz neyên qebûlkirin û rêxistinên elewî wekî muxatab esas neyên girtin dê tu encam bi dest nekevin.    PÊNGAVEKE JI BO HILBIJARTINÊ   Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Celal Firat jî anî ziman ku avakirina serokatiya cemxaneyê pêngaveke ji bo hilbijartinê ye û got ku tekane daxwaza wan ew e ku cemxane bi awayekî qanûnî esas bên girtin. Firat destnîşan kir ku serokatiya ku dê bê avakirinê wekî mudaxileyeke li elewîtiyê şîrove kir û bang kir ku daxwazên elewiyan di çarçoveyeke demokratîk de bên qebûlkirin.