Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin 2022-10-20 09:03:43   AMED - Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsakê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê ye û got ku dibe ku Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê darizandin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li hemberî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Bi belge û delîlên hatine belavkirin dewleta Tirkiyeyê di van êrişan de heya niha gelek caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Herî dawî Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. Her wiha dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji çekên kîmyewî tesîrek çawa li ser wan kiriye, hatin belavkirin.   Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak ku têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, bi bîr xist ku li gorî hiqûqa navneteweyî di şeran de bikaranîna gazên jehrî wekî sûcê şer tê pênasekirin û got ku sûcên şer di hin peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin.   PEYMANÊN LI DIJÎ SÛCÊN ŞER   Balsak di destpêkê de bal kişand ser peymanên bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin di sedsala 20’î de du şerên mezin ên cîhanê rû dane û di wê serdemê de çekên kîmyewî bi awayekî micid hatine bikaranîn. Paşê hin peymanên navneteweyî yên li ser esasên pêdiviyekê lihevhatinek hat çêkirin û xwe wekî Neteweyên Yekbûyî birêxistin kirin. Em dibînin ku dozên sûcên şer jî di nav van peymanan de ne ku ji aliyê dewletan ve hatine birêxistinkirin û îmzekirin. Beriya salên 1900’î Peymana Laheyê hebû. Di serî de li ser tunebûn û qedexekirina bikaranîna gazên jehrî rêzikname hene û divê dewlet di tu şert û mercan de erkeke wiha negirin ser xwe. Piştî Şerê Cîhanê yê Duduyê, peymanên ku wekî Peymana Cenevreyê tên binavkirin û wekî Cenevre 1, 2, 3 dewam dikin hene. Di van de daxuyanî hene û tê gotin ku divê ev di êrîşan de li dijî jîngehan û li herêmên sivîl û leşkerî neyên bikaranîn. Em dibînin ku ji aliyê dewletan ve hin taahud hene ku ev gazên jehrî bi tu awayî nayên bikaranîn."    Balsak wiha domand: “Pişt re peymanek hat îmzekirin ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û li dewletên ku ev çekên kîmyewî stok kirine, jiholêrakirina van çekan ferz dike. Ew peyman jî Peymana Çekên Kîmyewî ye. Piştî sala 2000’î, 188 welatan ev Peymana Çekên Kîmyewî îmze kir. Li gorî peymanê sozên dewletan hene ku ev çekên kîmyewî qet neyê bikaranîn û yên heyî jî ji holê bên rakirin. Ev, ne peymaneke ku bi Neteweyên Yekbûyî re hatiye îmzekirin. Çend dewlet li hev civiyan û ev peyman îmze kirin."   ‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ EŞKERE PEYMANÊ BINPÊ DIKE’   Balsak bal kişand ku Tirkiye alîgirê Peymana Çekên Kîmyewî ye û wiha got: “Tirkiye, ji wan welatan e ku Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye û li gorî hiqûqa xwe ya navxweyî bi cih kiriye. Niha mirov dikare bibêje ku ev yek binpêkirina eşkere ya Peymana Çekên Kîmyewî ye. Li gorî vê Peymana Çekên Kîmyewî, bikaranîna gaza jehrî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hem di aliyê sivîl, hem jî di aliyê leşkerî de ev peyman, bikaranîn û çêkirina çekên kîmyewî qedexe dike. Di dîmen û daxuyaniyan de ku ji duh ve hatine belavkirin nîşaneyên cidî hene ku ev çekên kîmyewî li herêmên operasyonan hatine bikaranîn. Beriya van nîşanan, em dikarin bibêjin ku di pêkhateya siyasî ya niha ya Tirkiyeyê de, daxuyaniyên wezîrên ku endamên hikûmetê bûn, piştgirî didin van tespîtan. Hûlûsî Akar di 16'ê Sibata 2021'ê de li Meclisê daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonan de gaza îsotê bi kar anîne. Ev gotin bi rastî jî bi awayekî vê yekê piştrast dike û dema ku em bi nêrîna wezîrên fermî lê dinêrin ev yek jî nîşan dide ku hatiye qebûlkirin.   HEYETÊN BIYANÎ YÊN ÇÛN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ   Balsak bibîr xist ku piştî vê daxuyaniyê, li ser banga Swîsre û Almanyayê şandeyek hatiye amadekirin û wiha got: “Ji ber ku îdiayên pir giran li ser bikaranîna çekên kîmyewî li wir hebûn. Ev heyet ji Swîsre û Almanyayê pêk dihat, lê heyeteke ji rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê jî di nav de bû. Vê heyetê li dijî îdiaya ku operasyon hatiye kirin û çekên kîmyewî hatine bikaranîn xwest lêkolînê bike. Lê destûr nedan ku wekî heyet bikevin qadê. Rapora ku amade kiribûn bi raya giştî re hat parvekirin. Gotin, ‘Em çûn û me xwest li wir lêkolînê bikin, lê destûr nedan me. Me delîlên madî yên rasterast bi dest nexistin, lê maskeyên gazê û çend madeyên kîmyewî hatin dîtin. Her çend ev yek wekî delîlên maddî yên rasterast nehatibe pejirandin jî, lê di rastiyê de nirxandinek wî heye ku dibe ku çekên kîmyewî bi awayekî neyekser hatibin bikaranîn. Ji wî alî ve, her çend ev tespît ne yekser bin jî, ev yek jî nîşan dide ku rewşek heye ku hewce dike bi cidî li ser gumanan lêkolîn were kirin.’”   ‘DI BE KU BIBE MIJARA DADGEHA SÛCAN A NAVDEWLETÎ   Balsak bi domdarî wiha got: “Di dîroka me ya nêz de, Peymana Qanûna Romayê ya li ser sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê wek rêziknameyan dikevin van kategoriyan heye. Helbet welatên weki DYE, Îsraîl û Tirkiye ne aliyên vê peymanê ne. DYE ku pêşengiya vê yekê kiriye, hêzeke hegemonîk e, lê her çi qas yek ji damezrînerên vê peymanê be jî, lê ev peyman îmze nekiriye. Li gorî peymanê rêziknameyek heye ku hin xalên dibin cihê rewşên sûcê şer, sûcê lı hemberi mirovahiyê û sûcên qirkirinê tê de hene. Dadgeha Sûcan a Navdewletî, di rewşa binpêkirina van sûcan de, mekanîzmaya lêkolînkirinê ye. Dadgeheke ku li ser pêkanîna van sûcan xwedî hiqûq e. Rêbaza darizandinê li vir nayê wê wateyê ku dê dewletên neendam neyên darizandin. Ji ber ku Encumena Ewlekariyê pêşbînî kiriye ku dewleteke endam û neendam jî dikare were dadgehkirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev mekanîzma di nava vê sîstemê de were lêkolînkirin, dadgehkirin û bibe mijara dadgeha ceza ya navneteweyî.”   ‘JI BO TEVAHÎ MIROVAHIYÊ TEHDÎD E’   Balsak di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Helbet li vir bêdengiya raya giştî ya navneteweyî heye. Mixabin mirov dikare bibêje ku di hemû sûcên navneteweyî yên ji aliyê hin dewletên hegomon ve tên kirin de heman xemsarî û bêdengî heye. Ji ber ku hemû dewlet ku di rastiyê de parçeyek ji pergala navneteweyî ne. Lê belê, ev jî ji hêla hin komîteyên Neteweyên Yekbûyî ve tên lêkolînkirin. Ji xeynî Neteweyên Yekbûyî, beriya niha komîteyek der barê pêkanîna Peymana Çekên Kîmyewî de hatibû avakirin. Raporên wê komîteyê jî di vê wateyê de girîng in. Helbet aktîfkirina van mekanîzmayên navneteweyî û raberkirina wan ji bo zanîna raya giştî ya navneteweyî pir girîng e. Gelek caran divê ev yek bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin. Di vî warî de girîng e raya giştî ya navneteweyî, li ber nêrînên heyetan vekirîbe. Girîng e ku di vê xalê de zext bên kırın û bang li saziyên hiqûqa navneteweyî bêz kirin. Lê diyar dike ku ne lêkolînkkirina li ser îdiayên hetanî niha hatine rojevê û ne jî destûrnedayîna hinek çavderiyên navendî yên serbixwe. Her wiha çendî bi peymanan cezakirina bikaranîna çekên kîmyewî hatibe astengkirin jî, lê em nikarin behsa mueyîdeyan bikin.”   Balsak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî, ji bo tevahiya mirovahiyê tehdîdek e. Ji bo ev bûyer neyên dubarekirin pêwîst e lêkolîn û tespîtên pergalên navteweyî û mekanîzmayên wan werin ferzkirin. Heke ev tespît û lêkolîn neyên kirin, ev gotin dê her tim hebin û dibe ku wek îdia jî bimînin. Lê, li gel van dîtinan, bi awayekî neyekser be jî, ev agahî dê rastiyê bidin ber çavan. Ji ber ku ev kiryar sûc in û binpêkirina mafên mirovan in.”