Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye 2022-10-20 10:37:37   STENBOL - Nivîskar Eşber Yagmurderelî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tenê bi gotineke xwe bi milyonan mirovan têxe nava liv û tevgerê û wiha got: “Abdullah Ocalan tenê weke rêberekî siyasî nenirxînin. Di heman demê de rêbertiyeke civakî ye.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Gelemperiya serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin û di bersivên bi heman piştre de jî hincetên weke “cezayên disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên nîşandan. Têkildarî qedexeyên hevdîtinê û biryarên derheqê binpêkirinên mafan ên derheqê cezayê muebbeta giran ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî ev 8 sal in tu gav neavêtine. Li ser serlêdanan, Tirkiyeyê herî dawî bersiv da Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê û li xwe mikûr hat ku li dijî Îmraliyê “hiqûqeke taybet” heye û Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye.    Nivîskar Eşber Yagmurderelî têkildarî sepanên li dijî Ocalan û bandora wê ya li ser welêt bo ajansa me nirxand.    'ALIYEKÎ HIQÛQÎ YÊ TECRÎDÊ TUNE YE’    Yagmurderelî, da zanîn ku li welatên mîna Tirkiyeyê desthilatdariyên siyasî nikarin xweguzarî û pêşketinê pêk bînin lewma jî li dijî hemû derdorên muxalîf ên ji bo hebûna xwe weke gefekê dibînin serî li polîtîkaya tecrîdê didin. Bi domdarî Yagmurderelî anî ziman ku di her serdemê de hiqûqa Tirkiyeyê xwe daye aliyê tecrîdê û wiha got: “Pergala tecrîdê weke alaveke tepisandina muxalîfan tê bikaranîn. Li dijî pergala li Rojhilata Navîn ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê re teşe girt, herî zêde kurdan li ber xwe da. Girîngtirîn sedema bingehîn a tecrîdkirina Ocalan jî ev e. Lewma jî tundiya herî dijwar, li dijî ‘rêberê manewî’ yê gelê kurd Abdullah Ocalan tê kirin û ev yek tê fêmkirin. Nexwe tu aliyekî hiqûqî yê vê tecrîdê nîne. Dema em ji hêla hiqûqî ve li mijarê dinihêrin, Ocalan ji hêla hiqûqî ve hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Û weke hikûmxwarekî divê ji hemû mafên hiqûqa înfazê sûd bigire. Tenê yek derfeta ragihandinê ya Ocalan tune ye. Ev tiştên ez qala wan dikim, ew tiştin ku hiqûqa navneteweyî hewce dibîne.”    DI ASTA CÎHANÊ DE MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER A TECRÎDÊ   Bi domdarî Yagmurderelî bal kişand ser biryara DMME’yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Tirkiye li gorî van biryaran tevbigere. Lê tevî vê yekê jî bi sala ye nahêlin Abdullah Ocalan bi kesekî/ê re hevdîtinê bike. Di asta cîhanê de ev rewş, yek ji mînakên herî şênber ên tecrîdê ne. Dema em di şexsê Abdullah Ocalan de li mijarê dinihêrin, wê demê dibînin bê ka polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê di kîjan astê de ne.”    TECRÎDA KU PÊL BI PÊL BERBELAV BÛ   Di berdewamê de Yagmurderelî anî ziman ku Ocalan di asta cîhanê de tê naskirin û qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ji hêlekê ve tecrîda li ser Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê rastî bertekan hat. Ne tenê ji hêla hiqûqa neteweyî û navneteweyî ve lê ji hêla nirxên mirovahiyê ve jî tecrîd nayê qebûlkirin. Tiştekî xwezayî ye ku hemû kes li dijî tecrîdê derbikeve. Her çend ku tecrîda girankirî li Ocalan bê ferzkirin jî, ev tecrîd pêl bi pêl li tevahiya muxalîfan hat ferzkirin. Welatê herî zêde girtiyên siyasî lê heyî, Tirkiye ye. ‘Qanûn Têkoşîna li Dijî Terorê’ di sala 1991’an de ket meriyetê. Ji wê rojê heta niha kesên ku weke girtiyên siyasî tên binavkirin, di şevekê de di çarçoveya ‘terorîst’ de hatin pênasekirin. Piştre jî hucreyên yekkesî li girtîgehan hatin avakirin û di mijara hevdîtin û cezayên li dijî girtiyên siyasî de guhertin çêbûn. Anku gav bi gav ber bi polîtîkaya tecrîdê ve çûn. Abdullah Ocalan, sembola tecrîda li Tirkiyeyê ye. Ev tecrîd pêl bi pêl pêş ket û niha bi hezaran kes tên tecrîdkirin.”    BANDORA OCALAN A LI SER MILYONAN   Yagmurderelî, got ku tecrîda li ser Ocalan têkiliya xwe bi bandora wî ya li ser girseyan heye û ev nirxandin kir: “Ocalan, tenê bi gotineke xwe bi milyonan kesan têxe nava liv û tevgerê. Dixwazin bandora Ocalan a li ser girseyan bi rêya tecrîdê tune bikin. Ocalan tecrîd dikin, ji her cureyên peywendîdanînê bêpar hatiye hiştin û heke gotin di cih de be dixwazin mehkûmî neyiyekê û jibîrkirinê bikin. Li ser tecrîdê dixwazin peyameke wiha bidin gelê kurd jî; ‘Li dij dernekevin, muxalefetê nekin, serî bitewînin.’ Anku desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê tiştên ku dixwest li ser Ocalan bi dest bixe hêj bi dest nexistine lewma jî tecrîdê didomîne û hêj girantir dike.”    PEYWIRÊN DIKEVIN SER MILÊ MUXALEFETÊ   Nivîskar Eşber Yagmurderelî bal kişand ser bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûbû serdana Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Bêdengiya wan, berdewamiya polîtîkaya tecrîdê ye. Heke li welatekî azadî û demokrasî pêş neketibe, li wî welatî hizra xwedîderketina li azadiyan jî pêş nakeve. Lewma jî tevahiya qanûn, di mijara nirxên mirovahiyê de xwedî tu wateyekî nînin. Ji ber vê yekê, divê muxalefet tevî her tiştî li ser bingeha hiqûqî, nasnameya xwe ya hiqûqî nîşan bide û têkoşîna demokratîk û siyasî bimeşîne. Dîrok, bi vî awayî dikare pêş bikeve. Anku desthilatdariya siyasî tecrîdê ji holê ranake. Bi vî tarzê heyî mimkin nîne ku desthilatdariyê bidin zorê. Dîrok, peywirê li milên her kesî bar dike. Heke desthilatdariya siyasî ji bo ku cihê xwe bernede serî li her rê û rêbazê bide, muxalefet jî neçare ku hemû rêbazên demokratîk bi kar bîne. Divê ji bo vê xwe paşve nede.”    ‘ÇARESERÎ TÊKOŞÎN E’    Eşber Yagmurderelî bi lêv kir ku heta ku desthilatdariya siyasî û feraset neguhere dê polîtîkayên tecrîdê jî neguherin û wiha derbirî: “Îran, bi roja ye li ser pêyan e. Berxwedaneke mezin raber dike. Heke mirov heman tiştan bo Ocalan neke û bi awayekî li benda kirinên Ewropayê be, ev yek gelek bi aqilane nîne. Çareserî, bi têkoşîna siyasî ya mirovên li ser vê xakê dijîn pêkan e. Anku hevnegirtin li hundir e û çareserî ne di hiqûqê de lê di siyasetê de ye. Ji ber ku di vê mijarê de hiqûqê tişta ku dibêje jixwe gotiye. Li hemberî ewqas qeydên hiqûqê, sepanên Tirkiyeyê mîna pêkenokan dimînin.  Anku dadgehên herêmî, biryarên dadgeha makeqanûnê nas nakin û pê nakin. Ev yek di dewleteke hiqûqê de skandal e.”    'OCALAN RÊBERTIYEKE CIVAKÎ YE’   Yagmurderelî, destnîşan kir ku di serî de gelê kurd, bandora Ocalan li ser gelên Rojhilata Navîn heye û axaftina xwe wiha qedand: “Otorîteyeke mezin a manewî ya Ocalan li ser kurdan heye. Di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn tu rêbereke gelê kurd bi qasî Abdullah Ocalan xwedî otorîteyeke manewî ya ewqas mezin û mayînde nebû. Têkoşîneke ku 40 salan didome heye. Heta 40 sal berê dinyayê qala kurdan nedikir lê îro qal dikin. Heke îro dinya qala kurdan bike û kurd derketibin ser dika dîrokê, di vê mijarê de aktorê sereke Abdullah Ocalan e. Heke li vî welatî îro jin bi taybet jî jinên kurd azad bin û ji siyasetê heta civak û her qadên civakê de cih girtibin, di vê mijarê de bandora Ocalan zêde ye. Divê kesek tevgera kurd û Abdullah Ocalan weke rêbertiyeke siyasî nebîne, di heman demê de rêbertiyeke civakî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan tevgereke siyasî ya ku civakek bi tevahî guherandî ava kir. Heta niha tu pêşengekî kurdan nekarî vê bike. Her çende ku ji bo Ocalan nekarî destwerdanê li bûyer û siyasetê bike hemû derfet ji dest hatibi girtin jî,  dê bandora wî ya ji demên berê li Tirkiyeyê rê li ber siyasetê veke. Tecrîd dê wê demê rabe.”   MA / Esra Solîn Dal