Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê? 2022-10-20 12:31:10   ENQERE - Feleknas Uca diyar kir ku divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa tirk ve bêdeng nemîne û wiha bertek nîşanî bêdengiya cîhanê, NY û OPCW’ê da: “Gelo Ewropayê destûr daye Tirkiyeyê ku li erdnîgariya kurdan û li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar bîne, biceribîne û bifiroşe?”    Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di 6 mehan de li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê zêdetirî 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama çekên kîmyewî de 17 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane û dîmenên 2 gerîlayên ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn parve kirin.    Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca têkildarî dîmenên bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û bêdengiya welatên ewropî nirxand.    Feleknas Uca, diyar kir ku tu mirovên xwedî wijdan û exlaq nikarin dîmenên hatine parvekirin qebûl bikin û wiha got: “Her cara ku me ev rastî tîna ziman, digotin qey tenê îdiayeke. Bi dîmenên dawî re hemû kesî dît bê ka ji ber çekên kîmyewî ezyateke çawa dikişînin. Dê gelê kurd wan dîmenan tu carî ji bîr neke. Tu ferq û cudahiya wê ji tiştên di Komkujiya Helebçeyê de qewimîn nîne. Çekên kîmyewî yên ku di Komkujiya Helebçeyê de hatin bikaranîn, şîrketeke Hollandayê dabûn Sedam Huseyîn. Îro jî li pêş çavên cîhanê çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn. Êdî tu wijdan û exlaq vê qebûl nakin. Me heta niha digot kêr gihiştiye hestî lê êdî kêrê hestî jî derbas kiriye. Divê her kesek li dijî vê serî rake. Ji bo ku Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin, divê her kesek têbikoşe.”    ‘LI GELIYÊ TIYARÊ JÎ BI KAR ANÎN’   Dema ku artêşa tirk di sala 2011’an de li Geliyê Tiyarê çekên kîmyewî bi kar anîn, Uca li gel şandeya ewropî çûbû herêmê. Uca, wiha qala wê demê kir: “Me ji ewilî xwest li cenazeyan binêrin. Lê destûr nedan. Ji ewil malbat li me geriyan û gotin ku hinek şop li ser cenazeyên zarokên wan hene. Cenazeyên wan guherî bûn. Piştî hevdîtina bi malbatan re jî me serî li Dozgeriya Meletiyê da ku cenazeyan bibînin. Lê destûr nedan û hewl dan êriş bikin. Li Geliyê Tiyarê me parçeyên qazanên MK 82/250 û MK 84/950 kg dîtin. Kefeke pora hevaleke jin, cilên wê yên şewitî, parçeyên laş, sol û kemerek me dît. Hemû darên ku qazan lê ketibû, şewitî bûn. Heke çekeke qedexekirî nebûya, nepêkane ew der eqwas bişewita. Şêniyên gundên derdorê gotin ku di dema avêtina bombeya qazanê de bêhna fêkiyan hatiye. Piştre jî serê wan êşiyaye, dilê wan rabûye û bêîştahî dest pê kiriye. Dema me ev bihîstin, Helebçe hat bîra me.”    ‘DINYA BÊDENG E’   Bi domdarî Uca diyar kir ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî li Efrîn û Serêkaniyê çekên qedexekirî bi kar anîne û ev tişt anî ziman: “Heta fosfor jî bi kar anîn. Hemû cîhanê bi çavên xwe dît lê bêdeng man. Di van çendek mehên dawî de her tim nûçeyên bi kar anîna çekên kîmyewî hatin weşandin. Gerîlayan bi çekên kîmyewî dikujin. Tenê navên 17 kesan hatin weşandin lê di êrişên berê de jî hinek kesên jiyana xwe ji dest dayîn hene. Dema lê dinihêrî, dibînî ku welatên ewropî û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêdeng in. Erdogan li NY’ê nexşeyeke Tirkiyeyê nîşan da ku tevahiya Kurdistanê digire nava xwe. Heke li dijî nexşeya bi xeyalên osmanî hatiye amadekirin bêdeng bimînin, bêguman dê bi kar anîna çekên kîmyewî jî teşhîr nekin û darizandinek çênebe.”    ‘GELO DESTÛR DAN TIRKIYEYÊ?’   Uca, destnîşan kir ku li erdnîgariya kurdan û li ser gelê kurd çekên kîmyewî tên ceribandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2011’an de wêne û dîmen nebûn. Lê niha wêne û dîmen hene. Wêneyên leşkeran hene ku bi xortiman diçin ketina şikeftan û çekên kîmyewî bi kar tînin. Li pêş çavên cîhanê hatin weşandin. Gelo ma dê êdî tespîteke çawa were kirin. Zanyar dibêjin ku hinek çekên kîmyewî bi qasî saetek an jî nîvsaetê bi bedena mirov ve dizeliqin. Tespîtkirina wan tenê dikare di nava vê demê de bê kirin. Lê belê NY û OPCW bêdeng e. Wê demê em vê pirsê ji wan bikin; gelo welatên Ewropayê ji bo ku Tirkiye li erdnîgariya kurdan û li ser gelê kurd çekên kîmyewî bi kar bîne, biceribîne û piştre jî bifiroşe destûr dane? Heke hesaba wê neyê pirsîn û pêşî li ber bikaranîna wan neyê girtin, wê demê xuyaye ku hemû dewletên cîhanê hevkarên vî sûcî ne.”    ‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR QEBÛL NEKE’   Têkildarî helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û bertekên gel jî Uca wiha got: “Divê hikûmet û gelê Başûr berteka xwe nîşan bide. Hikûmeta navendî daxuyaniyê dide lê hikûmeta Başûr dengê xwe jî nake. Ev bêdengî tê wateya erêkirina bikaranîna çekên kîmyewî. Divê gelê Başûr destê xwe deyne ser wijdana xwe. Wan Helebçe, Enfal û Şengal çawa wiha zû ji bîr kirin? Zarokên kurd li pêş çavên cîhanê bi çekên kîmyewî tên qetilkirin û divê destê xwe deynin ser wijdana xwe. Divê gelê Başûr ji hikûmetê re bibêje; ‘heke tu vê siyasetê qebûl bikî wê demê îstîfa bike nexwe li dijî wê daxuyanî bide.’ Êdî tehemûla me nema. Dema min ew dîmen dîtin, min jixwe şerm kir û min got, demek em mirov nînin. Divê gelê Başûr dengê xwe bike û bertek nîşan bide.”    ‘DIVÊ ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ LI DIJ DERKEVE’    Uca, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de gelê kurd ê li her çar parçeyan bi yek ruhî tevgeriya. Divê bi heman ruhî li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî jî derkeve. Çawa ku wan 17 kesan bi vî ruhî li ber xwe da be, divê em jî bi heman ruh serî rakin û bêdeng nemînin. Ewropa her tim dibêje ‘em bifikarin’ û li pêşiya Erdogan nesekinîn. Ew dev ji wan fikarên xwe bernadin lewma Tirkiye îro çekên kîmyewî bi kar tîne. Heke her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê bûyerê bêdeng bimînin, wê demê bi rastî jî ev tê wateyê ku wijdana me nema ye. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bi yek ruh û bi yek dengî serî rake, hesaba van êrişan bipirse û pêşî li ber bigire.”    MA / Bêrîvan Altan