Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir! 2022-10-20 13:18:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Manşeta “Divê rûmeta kurdan rabe ser pêya” ya rojnameya Yenî Yaşamê ji aliyê Instagramê ve hat astengkirin.    Manşeta îro ya “Divê rûmeta kurdan rabe ser pêya” ya rojnameya Yenî Yaşamê ku têkildarî êrişên çekên kîmyewî nivîsandibû ji aliyê Instagramê ve hat astengkirin. Instagramê parvekirina rojnameyê rakir û îdia kir ku li dijî “Rêgezên Civakê” ne. Instagramê ji bo rakirina parvekirina rojnameyê hêceta “çîroka hatiye parvekirin têkildarî rêxistinên tund û talûke ye û li dijî rêgezên me ye” da.