Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî 2022-10-20 13:31:33   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî û wiha got: "Divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîkê sûc."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Gunay di civîna çapemeniyê de wiha axivî:    "AKP-MHP desthilatdariya şer dixwaze ku bi şer vê desthilatiyê bidomîne. Zihniyeta ku pirsgirêka Kurd çareser nake û înkar dike li her derê li hemberî Kurdan êrişên mezin dimeşîne. Ji bo vê yekê pergala tecrîdê dan destpêkirin. Ev pergal dixwaze bi tecrîdê emrê xwe dirêj bike. Birêz Ocalan her tim ji bo çareserî û aştiyeke mayînde xebatên xwe domand, pêşniyazên xwe yên çareseriyê hem bi raya giştî re hem di dema hevdîtinan de bi muxatabên eleqeder re parve kir. Nêrînên ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dê bîne niha bi destê AKP û MHP di bin tecrîdê de ne. AKP dema ku hat ser kar karê wan ê ewil afirandina tecrîdê bû. Em li hemberî vê tecrîdê li her qadê berxwedana xwe dimeşînin, kar û xebatên xwe didomînin. Meşa Gemlîkê riya çareseriyê nîşan da. Me di 9'ê Cotmehê de li qadan bi gelê xwe re li hemberî tecrîdê bertêk nîşan da û me komploya navneteweyî şermezar kir.      HEWLDANEN OCALAN HÊVIYA ÇARESERIYÊ MEZIN DIKE    Li hemberî polîtîkayên şer em dixwazin çareseriyê nîqaş bikin. Em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çawa dê bê çareserkirin nîqaş bikin. Lewma îro Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan Mîthat Sancar, endamê MYK’ya me Omer Ocalan û min ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Em bangewazî dikin ku vê daxwaza me erênî bibersivînin. Em dizanin ku dema Ocalan di dewreyê de be li Tirkiyeyê hêviya çareseriyê mezin dibe. Em dixwazin cardin bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin."      ÊRIŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Ev pêkanînên sûc ne tenê bi Efrînê re sînordar e. Di êrişên ku li ser xaka Herêma Kurdistanê tên kirin de dosyeya sûcên desthilatdariyê zêde dibe. Agahî û daxuyaniyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşan de ev demek bû di rojevê de bû. Dîmenên herî dawî hatin weşandin, hovîtiya êrişên kîmyewî eşkere kir. Bikaranîna çekên kîmyewî di wijdanê civakê de, li ber çavê hiqûqa navneteweyî û li pêşberî dîrokê sûcê mirovahiyê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest daxuyanî bide û dest ji vê kiryara sûcê berde. Divê raya giştî li hember vê tawana giran bêdeng nemîne û divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîkê vê tawanê."   'ERDOGAN NEYARTIYA XWE YA LI DIJÎ KURDAN NÎŞAND DIDE'    Di beşa pirsan de pirsa "Serokkomarê Tirkiyeyê got ku her PKK'iyek 5-10-15 zarokên wan hene. Hûn vê axaftina Erdogan çawa dinirxînin" ji Gunay hat kirin. Gunay wiha bersiva pirsê da:      "Ev yek nijadperestiya Erdogan nîşan dide. Her tim ji bo Kurdan neyartiya xwe nîşan dide. Bi kirinên xwe, helwesta xwe vê nijadperestiyê, neyartiya li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Hemû raya giştî vê neyartiya Erdogan bihîst. Em dizanin Erdogan li hemberî Kurdan neyartiyeke pir mezin dimeşîne. Berê çend salan gotibû jin be jî zarok be jî bikujin. Ev kesê ku vê fermanê dida niha jî neyartiya xwe bi aweyekî din nîşan dide. Di heman demê de desthilatdariya AKP'ê, desthilatdariya zayendperestiyê ye. Neyartiya jinan jî dike, li hemberî jinan û Kurdan vê zihniyetê dimeşîne. Cardin nêrîna xwe ya nijadperestî û zayendperestî, neyartiya li dijî jinan û Kurdan anî ziman."