Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin 2022-10-20 14:10:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan bi mebesta şermezarkirina êrişa bi çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike, li pêşiya Parlamentoya Ewropayê çalakî li dar xistin.    Bi mebesta şermezarkirina êrişên çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG/YJA Starê dike, kurdistanî û dostên wan li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê - Ewropa (KCDK-E) li Qada Luksemburg a li pêşiya Parlamentoya Ewropayê (PE) kom bûn û çalakî li dar xistin. Bi mebesta balkişandina ser êrişên bi çekên kîmyewî, beşdaran kincên spî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Erdogan terorîst” û “Tirkiye bombebaran dike, NATO fînanse dike" hatin berzkirin.    Çalakvanan wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin hildan û bi navê amadekarên çalakiyê belavok hate xwendin. Di belavokê de hat gotin ku divê OPCW guh bide gelê kurd û IPPNW û pisporên navneteweyî. Bi domdarî ji OPCW’ê hat xwestin ku bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve lêkolîn bike, şermezar bike û pêşî lê bigire.    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî di çalakiyê de axivî û bang li her kesî kir ku xwedî li gerîlayan derkevin û seferber bibin. Her wiha Koç, bi sedema ku nahêle komên pispor biçin li herêmê lêkolînan bikin, PDK şermezar kir. Li ser navê PYD’ê jî Zozan Dêrik axivî û bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, têkoşîna xwe mezintir bikin.    POLÎSAN BI XAZA ÎSOTÊ ÊRIŞÎ KIR   Piştî axaftinan jî çalakvanan berê xwe dan Parlamentoya Ewropayê. Lê belê polîsan rê li ber girt û xaza îsotê avêtin çalakvanan. Her wiha polîsekî bi axaftina bi tirkî êrişî çalakvanan kir û vê jî alozî hêj mezintir kir. Çalakvanan bertek nîşan dan û ji polîs re gotin “faşîst.” Piştre jî dor li çalakvanan hat girtin. Di encama berxwedana çalakvanan de biryar hat dayîn ku li ser navê çalakvanan komek derbasî PE’yê bibe û alozî bi dawî bû.    DOSYA DAN PE’YÊ    Komê, dosyaya ji hêla KCDK-E’yê ve hatiye amadekirin pêşkeşî PE’yê kir. Di dosyayê de ji Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî hat xwestin ku ji bo lêkolînkirina mijarê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji OPCW’ê jî hat xwestin ku şandeyekê bişîne başûrê Kurdistanê.