Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir 2022-10-20 16:05:25   STENBOL - Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya konferansa xwe ragihand û diyar kir ku dê avadaniya saziyê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.    Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya konferansa xwe ku di 8-9’ê cotmehê de li Stenbolê pêk anîbû, parve kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di konferansê de bi rêxistinên mafan ên di vê qadê de dixebitin, bi parastvanên mafan, akademîsyen, lêkolîner, malbatên rastî tundiyê hatin û xizmên wan re hatine ba hev.    Di danezanê de hat destnîşankirin ku di konferansê de mijarên weke sedem û encamên tundiya li dijî cenazeyan ên li Tirkiye û cîhanê, binpêkirinên ku malbat û xizmên wan rast hatin û tecrûbeyên têkoşîna wan, tundiya li dijî cenazeyên gerîlayên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn, cenazeyên kesên xwedî bawerî û çandên cuda, cenazeyên LGBTÎ+yan, cenazeyên penaber û jinan, tundiya li dijî goristanan û bîranîna, tecrûbeyên kesên demekî dirêj di van qadan de xebitîn û xebatên antropologan ên li ser gorên komî hatin nîqaşkirin.    TESPÎTÊN HATINE KIRIN    Di danezana encamnameyê de hat gotin ku divê kesên ji tundiya fîzîkî ya li dijî cenazeyan bandor bûyîn di zûtirin demê de xwe birêxistin bikin û bal kişandin ser girîngiya zimanê hevpar.    Di danezanê de her wiha ev tespît hatin kirin:    “* Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navbera aliyan, divê li dijî hemû tundiyên li ser cenaze, goristan û bîrdariyan têkoşîneke hevpar bê dayîn û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê jî rêyên çareseriyê bên dîtin.    * Hewceye înîsiyatîf ne tenê di têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan de bang li wijdana civakê bike, her wiha divê mijarê ji hêla zanist, hiqûq û exlaqê ve binirxîne û sedem û encamên vê tundiyê raxe ber çavan û nîqaş bike.    * Ji bo ku hafizeya dîrokî zindî bimîne û pêvajoya hiqûqî baş were birêvebirin, divê bûyer bên tespîtkirin û bên arşîvkirin.    * Ji bo ku înîsiyatîf xwe bigihîne derdoreke berfireh, divê xebatên baş li qadê bike û xwe birêxistin bike.    * Divê di xebatên xwe de hem bi rêxistinên navxweyî û hem jî yên navneteweyî re bi hev re bixebite.”    DÊ WEKE ÎNÎSYATÎF BIDOME’    Di danezanê de hat ragihand ku sazîbûna înîsiyatîfê hatiye nîqaşkirin û hatiye gotin ku divê bi awayekî serbixwe, domdar û berfireh xwe birêxistin bike. Di danezana encamnameyê de herî dawî jî wiha hat gotin: “Dê Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan di çarçoveya endamên konferansê de xebatên xwe bidomîne. Her wiha piştî encamên nîqaşan, dê di rojên pêş de avaniya sazûmaniyê jî bi raya giştî re parve bike.”