Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin 2022-10-20 16:37:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêma Serhedê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hat şermezarkirin.    Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, li gelek bajarên herêma Serhedê hat protestokirin. Bi tevlibûna nûnerên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Wanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, daxuyanî hat dayîn. Di daxyaniyê de pankartên “Bikaranîna çekên kîmyewî binpekirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Li dijî vî sûcî bêdeng nemîne” hatin vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kirin.    SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya diyar kir ku dewleta tirk gelek caran bi çekên kîmyewî êriş kirine û bertek nîşanî saziyên pênwedîdar da. Bi domdarî Kaya wiha got: “Ji nîsana sala 2021’an heta niha bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û hwd. tên bikaranîn. Ev yek bi dîmenan hatin piştrastkirin. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata di xwezaya li herêmê de îspat bûye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Divê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê, li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere. Hewceye OPCW di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê, lêkolînên pêwîst bike û îspat bike ku hevkarê vî sûcê li dijî mirovahiyê nîne.”    'HÛN ÇIMA LÊKOLÎNAN NAKIN?’   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç jî bal kişand ser gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku digot; “her PKK’iyekî 5-10 zarok hene” û wiha bertek nîşan da: “Nefreta wî ya li hemberî kurdan heta vê astê jî hat. Ji ber ku 5-10 zarokên kurdan zêde dibîne, hinekan jê li ser xetên sînor qetil dike, hinek jî li girtîgehan dikuje. Hinek ji siyasetê dûr dixe, parlamenteriya hinekan betal dike yan jî bi çekên kîmyewî qetil dike. We hemû çavkaniyên welêt ji bo kuştina kurdan ji şer re veqetandine. Ma hûn dê bi kuştina kurdan bi ser kevin? Hûn pesnê xwe bi komkujiyan didin. Madem li wir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, wê demê hûn çima naxwazin saziyên navneteweyî li wir lêkolînan bikin?”    AGIRÎ   Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî li Agiriyê bi heman mebestê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn û pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nebe şirîkê vî sûcî” hatibû vekirin. Hevberdevkê DBP’a Agiriyê Melîk Ozmuş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna  çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.      ÎDIR   Her wiha li Îdirê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Îdirê Semra Dogruyol got ku dewleta tirk sûcê şer dike û wiha bi dawî kir: “Dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wehşetin û nayên qebûlkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî, di heman demê de sûcekî  li dijî mirovahiyê ye. Divê meclis di zûtirin demê de komîsyoneke lêkolînê ava bike û bikeve nava liv û tevgerê.”