Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne 2022-10-21 09:03:09   AMED - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî qetlîama bi çekên kîmyewî dan û gotin ku ev kiryar li dijî mirovahiyê ye û Barzanî jî şirîk e.    Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne. Herî dawî Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî dîmenên 2 encamên HPG'ê ku ji çekên kîmyewî bibandor bûbûn belav kirin. Piştî van dîmenan gelek derdor, rêxistin, sazî û partiyên siyasî bertek nîşan dan û hêrsa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome. Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanê vê yekê dan û gotin ku bila her kes li dijî vê kiryarê deng derxe.   ‘ÎRO EM ŞÎV BIN, EW JÎ DÊ PAŞÎV BIN'   Dayika Aştiyê Sebîha Tamdîş da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Tamdîş diyar kir ku dibêjin mafên mirovan heye û wiha pirsî: "Ma qey kes kurdan mirov nahesibîne?" Tamdîşê wiha got: “Zarokên me tev bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Ma tu kes vê yekê nabîne û kezeba wan naşewite. Ewropa li ku ye, çima serê xwe ranakin û nabînin? Ma ev tişt ne sûc e?”   BANGAWAZÎ   Tamdîş li dijî vê yekê bang kir û wiha got: “Pêşiyê bang li Barzanî dikim. Heke Barzanî alîkariya wan nekira, ew nikaribûn bikevin wir. Îro em şîv in, lê ew jî paşîv in. Sibê dê bizîvirin wan jî. Bila hêşê xwe bîne serê xwe. Pêwîste kurd tev rabin ser pêyan û bibêjin êdî bes e. Em wan tevan şermezar dikin.”   Dayika Aştiyê Qiymet Çoreşoglû jî diyar kir ku tişta hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Çawa ev qas mirovan qetil dikin û xwe mirov dihesibînin. Kes vî tiştî qebûl nake. Bila Mafên Mirovan ya Ewropayê berpirsiyariya xwe bi cîh bîne û gelê kurd jî rabe ser pêyan. Em vê kiryarê şermezar dikin.”   ‘HEKE PDK DESTÛR NEDE, EW NIKARIN VÎ TIŞTÎ BIKIN’   Dayika Aştiyê Mevlûde Atsiz jî destnîşan kir ku êrişa bi çekên kimyewî û kesên ev êriş kirine tevde şermezar dikin û vê yekê qebûl nakin. Atsiz wiha got: “Em dayik in û hetanî em hebin em ê li pey zarokên xwe bin. Hêvîdar im agir li mala wan kesên ku van tiştên li dijî mirovahiyê dike bikeve. Çawa kezeba me dayikan dişewite, kezeba wan jî wisa bişewite. Xwedê bela PDK’ê bide. Ev tişt giş bi destê PDK’ê bûn. Heke PDK destûr nede ew nikarin vî tiştî bikin. Em qebûl nakin û heya ku em hebin em ê li ser vê yekê bisekinin. Bila kurd tev li hemberî van tiştan rabin û bêdeng nemînin. Çi dikeve ser milê kê bila bike û li ber xwe bidin.”   BARZANÎ ŞERMEZAR KIRIN   Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî diyar kir ku ew tevahiya dewletên Ewropayê şermezar dikin û got ku ev yek di destê dewletan de ye. Denîz wiha pê de çû: “Çekên kîmyewî li her derê cîhanê qedexe ne. Ma ji bo kurdan tenê serbest e? Heke dewlet nede, ew nikarin bi kar bînin. Her wiha Barzanî jî hevkarê vê kiryarê ye. Ez Barzanî şermezar dikim. Sed heyf ku navê kurdîtiyê li ser e û xwîna kurdan pê re ye. Ji ber van bûyerên ku diqewimin xew nakeve çavên me. Kesê ku xwedî wijdan be nikare li wan dîmenan binêre. Tu dayik nikarin vê yekê rakin. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin.”    Denîz axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Em bang li hemû kesên ku dibêje em mirov in dikin. Kurd, tirk, ereb, çerkez, laz kî dibe bila bibe pêwîst e li dijî vê wehşetê serê xwe bilind bike û çi ji destê kê tê bike. Tu dayik vê wehşetê qebûl nakin û tu dayîk nikarin vê wehşetê rakin. Bila her kurd serferber bibe û çi ji destê wan tê bikein. Em careke din wan şermezar dikin û lanet dikin.”