Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne 2022-10-21 09:03:25   AMED - Erdal Ozak birayê girtî Yûnûs Ozak, diyar kir ku birayê wî ji ber ku di nameya xwe de "Siwar hatin peya çûn" nivîsiye 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.   Li girtîgehên dewleta tirk binpêkirinên mafên, zext û tundiya li ser girtiyên siyasî zêde dibe. Girtiyên nexweş nayên berdan û girtiyên cezayê li wan hatine birîn temam kirine jî înfaza wan tê şewitandin û nayên berdan. Her wiha bi hincetên cur bi cur ceza li girtiyan tê birîn. Ji van girtiyên yek jê jî Yûnûs Ozak e. Ozak ku di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de ye, nameyek ji birayê xwe re şandiye û ji ber ku di nameyê de gotiye "Siwar hatin peya çûn" û bal kişandiye ser qetilkirina jinan û gotiye "Ji jinan ditirsin, jinan dikujin" 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎNE   Birayê wî Erdal Ozak da zanîn ku birayê wî Yûnûs di adara 2016’an de, di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê ya Amedê de hatiye girtin û bi hinceta “Xerakirina yekparebûn û yekitiya dewletê” cezayê "muebeda girankirî" lê hatiyê birîn. Ozak diyar kir ku birayê wî ewilî di Girtîgeha Amedê ya Tipa D'yê de hatiye girtin û piştî 5 salan ew birine Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê ya Tîpa F'yê. Ozak da zanîn ku bi hinceta gotina "Siwar hatin peya çûn û ji jinan ditirsin, jinan dikujin" 11 roj cezayê hucreyê li birayê wî hatiye birîn û wiha pêde çû: “Birayê min 2 meh ji berê ji hevalekî xwe re nameyek şandibû. Bi hinceta 2 hevokên bi kurdî; ‘Siwar hatin peya çûn’ û gotinên xwe yên der heqê qetilkirina jinan de ku gotiye ‘ji jinan ditirsin, jinan dikujin’ 11 roj cezayê hucreyê lê birînê."   Ozak bilêv kir ku birayê wî 2 hefte berê telefonî wî kiriye û jê re gotiye cezayê huvreyê lê birîne û wiha got: "Roja deşemê jî xwîşka min çû girtîgehê cem wî. Îro cezayê wî yê hucreyê dest pê kiriye û niha di hucreyê de ye. Ji bo ku girtiyan biqutifînin, ceza li wan dibirin. Ji ber 2 hevokên bi kurdî 11 roj cezayê hucreeyê danê. Em malbat vê yekê qebûl nakin.”   Ozak bal kişand ser zext û tahdeyên li ser girtiyan tên kirin jî û wiha axivî: “Zext, tundî û îşkence li ser wan hene. Dixwazin wan biqutifînin. Berî girtîgehê tu nexweşiyên birayê min tune bûn, lê niha nexweşiya mîdeyê lê peyda bûye. Dema tiştekî dixwe hema vedirişe. Ew biribûn nexweşxaneyê, lê ji ber ku nehiştibû parçe jê bigrin nikariin nexweşîna wî teşxîs bikin. Di Girtîgeha Tîpa D'yê de ew nexweşî pê re tune bû, li Tîpa F'yê lê peyda bûye. Her wiha berê hevdîtin saetek bû lê 3 heftê berê bi awayekî keyfî daxistine 45 deqeyan. Berpirsyarên zindanan, van tiştan li gor dilê xwe dikin. Dewlet her roj tiştekî nû derdixe. Dema em diçin hevdîtine em nikarin silavê bidin girtiyên li kêleka xwe. Dibêjin, 'qedexe ye'. Em van pêkanînan qebûl nakin.”   BANGAWAZÎ   Ozak di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku xwedî li girtiyan derkeve û got ku dixwazin pirsgirêkên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin bên çareserkirin.