Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine 2022-10-21 10:58:08   ENQERE - Endamê Desteya Şêwra Zanista Elmanya ya IPPNW’ê Dr. Jan Van Aken ku ji bo lêkolîna çekên kîmyewî çûbû başûrê Kurdistanê got: “Derbarê êrişên çekên kîmyewî de gelek delîl hene û divê lêkolîn bê destpêkirin.”    Dewleta tirk li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve li dijî endamên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne û bi van çekên kîmyewî êriş dibe ser wan. Herî dawî HPG’ê ragihand ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de 17 encamên wan ji ber jehrîbûna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û her wiha dîmenên du endamên xwe jî parve kir û wek delîlê bûyerê raber kir.    Endamê Desteya Şêwra Zanista Elmanya ya Hekîmên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Jan Van Aken û di sala 1985’an de xelata Nobedê ya Aştiyê wergirtibû, bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa me re nirxand. Pisporê çekên kîmyewî Jan Van Aken ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bike di meha îlonê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.    JI BO LÊKOLÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÇÛYE BAŞÛR   Dr. Jan Van Aken sedemê çûyîna xwe ya başûrê Kurdistanê wiha vegot û destnîşan kir ku ji bo ew bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên başurê Kurdistanê li dijî gerîlayan bike çûye wir û herêmê lêkolîn kiriye.  Jan Van Aken da zanîn ku wî xwestiye li Amediyê bi malbatek ku bi êrişa çekên kîmyewî re rûbirû maye hevdîtin bike lê belê hikumeta Herêma Kurdistanê destûr nedaye wan ku lêkolîn bikin û sedema wê jî têkiliya hikumetê ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re ye.    ‘GELEK DELÎL HENE KU ÊRIŞÊN ÇEKÊN KÎMEWYÎ HATINE KIRIN’   Jan Van Aken têkildarî êrişên bikaranîna çekên kîmyewî jî wiha got: “Me li Silêmanî û li gelek deverên Iraqê bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîn. Em çûn Helebceyê û bi kesên ku bi êrişa çekên kîmyewî re rûbirû mabûn re axivîn û bi Koma Qurbaniyên Çekên Kîmyewî yên Helebce re jî hevdîtin pêk anîn. Me li Çemçamalê hin hevdîtin pêk anîn. Her wiha me bi Tîma Navbeynkariya Gel (CP) ya li herêmê dixebitin re jî hevdîtin kir. Ev grûp li ser gundên ku bi berdewamî êrişên kîmyewî li ser tên kirin, lêkolînan dike û di van demên dawî de raporek gelek balkêş li ser êrişên artêşa tirk ên li ser sivîlan weşand. Em hefteyekê li wir man û gelek hevdîtinan kirin û dîtina min ev e ku têra xwe delîl hene ku vekolînek navneteweyî were kirin. Ez ne di wê pozîsyonê de me ku bibêjim, belê, li vir êrişa bi çekên kîmyewî hatiye kirin. Lê ez di wê pozîsyonê de me ku bibêjim, belê, gelek delîl hene ku li vir êrişên çekên kîmyewî pêk hatiye û civê lêpirsîn bê destpêkirin."   MA / Gozde Çagir Ozkose