Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin 2022-10-21 11:14:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî diyar kir ku li dijî kurdan plana qirkirinê di meriyetê de ye û wiha got: “Tişta ku nekarîbûn bi komployê bi dest bixin, niha hewl didin bi çekên kîmyewî bi ser bixin.”    Êrişên dewleta tirk ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin, 6 meh li pey xwe hiştin. Li gorî daxuyaniyan, dewleta tirk di van şeş mehan de zêdetirî 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Her wiha hat destnîşankirin ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî de 44 gerîlayên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane.    QIRKIRINA GELÊ KURD Û DAGIRKIRINA KURDISTANÊ    Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê yê Herêma Federal a Kurdistanê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve da. Berwarî, diyar kir ku mebesta ji êrişan qirkirina gelê kurd e û wiha got: “Li tevahiya cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Şer, li gorî qanûn û exlaqê ji hêla qada navneteweyî ve hatiye destnîşankirin tên kirin. Lê belê li Kurdistanê bê qeyde, bêexlaqî û bi bêwijdanî tê kirin. Bi şerê heyî re dixwazin kurdan qir bikin û Kurdistanê dagir bikin. Bi vê yekê re dixwazin destkeftiyên hemû welatparêzên kurd tune bikin.”    ALÎKARIYA PDK Û NATO’YÊ    Bi domdarî Berwarî destnîşan kir ku dewleta tirk nikare bi tena serê xwe şerê heyî bidomîne û ev nirxandin kir: “NATO, piştgiyê dide Tirkiyeyê. NATO, xwe weke saziyeke demokrat û aştîxwaz nîşan dide lê belê hevkariya hewldana qirkirina kurdan a dewleta tirk dike. Li gel NATO’yê, her wiha PDK û başûrê Kurdistanê jî piştgiriya madî û manewî dide Tirkiyeyê. Başûrê Kurdistanê êdî bûye navenda Tirkiyeyê. Dewleta tirk bi rehetî balafirên xwe lê difirîne û her gava ku dixwaze diavêje. Girtina rêyên gerîlayan û pêşîlêgirtina gihandina alîkariyên pêwîst ji xwe tê wateya ragihandina şer û cihgirtina li rex Tirkiyeyê ye.”   ‘BERXWEDANA ÎMRALIYÊ BÛ VÎNA GELÊ KURD’   Di berdewamê de Berwarî bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo dîlgirtina Ocalan, planeke stratejîk çêkirin. Lê belê Ocalan bi felsefe û baweriya xwe ev komplo pûç kir. Bi pûçkirina vê komployê re êdî serî li rê û rêbazên cuda dan. Dema em lê dinihêrin, dibînin ku Tirkiyeyê di nava 6 mehan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Ev yek nîşan dide ku plana qirkirina gelê kurd hêjta didome. Rêya pûçkirina vê plana qirkirinê, bi têkoşîna kurdên azadîxwaz pêkan e. Heke tevahiya gelê kurd piştgiriyê bide, ev plan dê were pûçkirin.”    FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK   Berwarî, daxuyand ku netewe dewlet û dewletên bi pergalên berê yên li Rojhilata navîn roj bi roj hildiweşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovahî, îro hewcehî bi felsefeya federalîzma demokratîk a Ocalan dibîne. Bi ser komployê re 24 sal derbas bûn lê di nava van salan de têkoşîna gelê kurd û yên gelên Rojhilata Navîn mezintir bûn. Ji Efrîqayê ta Îran, Sûriye û Iraqê, zîhniyetên 100 sal berê yek bi yek hildiweşin. Tu rêyeke xelasiyê di destê van dewletan de nîne. Ji bo ku ev dewlet ne hilweşin jî êrişî fikrên Ocalan dikin. Tişta ku nekarîn bi komployê bi ser bixin, niha hewl didin bi bikaranîna çekên kîmyewî pêk bînin. Têkoşîn û berxwedana ku Ocalan ev 24 sal in li Îmraliyê raber dike, ji b her kurdekî azadîxwaz bûye vîne û ev yek jî Tirkiyeyê zêde dide zorê. Tirkiye, ketiye nava çiravekî wisa ku li dijî kurdên azadîxwaz her cureyên êrişê rewa dibîne.”    ‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DÊ DI NAVA SAETAN DE TUNE BIBE’    Kamûran Berwarî, got ku serdema heyî ji bo gelê kurd qonaxeke girîng e û ev tişt anî ziman: “Hewceye gelê kurd li dijî plana qirkirinê bi awayekî stratejîk, bi pêngavên teknîk û bi aqileke nû nêz bibin. Divê bi taybet jî kurdên xayîn ên li nava refên dijmin cih digirin vê yekê baş bizanin; heke tevgera azadiyê ya kurd li Kurdistanê tune bibe, dê başûrê Kurdistanê di nava çendek saetan de tune bibe. Lewma jî divê kurd siyaseta xwe ne ji bo 10-15 rojan bimeşînin. Hewceye kurd ji bo azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha li dijî qirkirina tê xwestin li dijî gelê kurd bê kirin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, divê kurd bi Îsraîl, Ingilistan, Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka û hewd. Re peywendiyan deynin. Divê ev mijar bi wan re bê nîqaşkirin.”    ‘HEKE NATO Û DYA NEBE TIRKIYE NIKARE YEK GAVÊ BIAVÊJE’   Bi domdarî Berwarî da zanîn ku heke ji NATO û Amerîkayê nebe, Tirkiye xwedî hêzeke wisa nîne ku bikare di plana qirkirina kurdan de yek gavê jî biavêje û wiha derbirî: “Ji bo vê jî divê ji ewil bi Pentagon, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê û bi Kongreya Amerîkayê re nîqaş bike. Li gel vê, divê gelên azadîxwaz, gelê kurd û hemû dostên gelê kurd dengê xwe li tevahiya cîhanê belav bikin. Heta dewletên serdest paşdegav diavêjin, divê gavên demokratîk bên avêtin.”    ‘DIVÊ PDK ÊDÎ PIŞTGIRIYÊ NEDE TIRKIYEYÊ’   Herî dawî jî Berwarî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha bang li PDK’ê kir: “Hikûmeta Başûr ji her alî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Di vî şerî de armanca PDK’ê ya ji hevkariya bi dewleta tirk re ew e ku desthilatdariya xwe bidomîne û serweta xwe biparêze. Êdî ew jî dizanin ku gel wan qebûl nake. Lewma jî dixwazin xwe têxin bin parastina Tirkiyeyê. Ev siyaseteke xelet e. Ji ber ku xizmetê ji gelê kurd re nake. Heke PDK bixwaze weke desthilatdar bimîne û 60 milyon gelê kurd ji wan razî be, divê alîkariya ku dide Tirkiyeyê bi dawî bike û li cem kurdên welatparêz cih bigire.”    MA / Omer Akin