Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin 2022-10-21 11:46:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser herêma Metîna dîmenekî nû ji aliyê ANF’ê ve hat belavkirin û di dîmen de bikaranîna bombeyên qedexekirî nîşan dide.   Bi belgeyên şênber eşkere dibe ku artêşa tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser başûrê Kurdistanê ve bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna van çekên kîmyewî yên qedexekirî bi dehan car hatiye ispatkirin. Lê belê wek her demê berdevk û rayedarên îktidara AKP-MHP'ê delîl û dîmenên çekên kîmyewî, înkar dikin.    Dîmenên nû ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin belavkirin.    Dîmen li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê hatiye kişandin. Artêşa tirk ji 4'ê tîrmehê û vir ve hewl dide li vê qadê serwer bibe. Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ew cih e ku hêzên PDK'ê di 27'ê tebaxê de rê çêkir û tevî artêşa tirk êrişî gerîlayan kirin. Dewleta tirk û PDK ku dikin nakin nikarin li wê deverê bi pêş ve herin û ji ber vê yekê bi hev re li dijî endamên HPG’ê bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tînin.