Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin 2022-10-21 14:16:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî got; “Hêzên me yên çekdar heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar ne anîne.” Lê belê belge û nûveyên salên berê îdiayên Erdogan diderewînin.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di vegera serdana xwe ya li Azerbaycanê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan bi gotinên “Zarok pir girîng in û em ji Xwedê bixwazin. Her PKK’iyekî 5, 10, 15 zarok hene.” bi vekirî dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan dabû. Li ser pirsa; “Gelo we li vir qala kurdan dikir?” jî Erdogan wiha got: “Ez her carê bi vekirî dibêjim ku herî kêm 3 zarokan çêbikin. Ez vê polîtîkayê bi veşarî nakim. Tişta ku li wir qala wê dikim vekirî ye lê ew îstîsmar dikin.”    ÎDIAYA ERDOGAN   Di heman demê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji Erdogan hat pirsîn. Erdogan, îdia kir artêşa tirk heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar neanîne. Bi domdarî Erdogan kesên qala bikaranîna çekên kîmyewî dikin jî bi van gotinan hedef nîşan da: “Hevalên me derheqê van kesan de demildest doz vekirin û em ê teqez dev ji wan bernedin. Em ê dozên tazmînatê yên giran li wan vekin û bi ser wan de biçin.”   Erdogan, bi domdarî îdiayên sosret ên wiha kir: “Hêzên me yên ewlekariyê heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar ne anîne. Em hemû gavên xwe di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de diavêjin.”    DÎROKA KOMARÊ YA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Lê belê ji demên berê ve gelek belge hatine bidestxistin ku gotinên Erdogan yek bi yek diderewînin. Tirkiyeyê di dîrokê de gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ji ber vê yekê jî bû rojev. Di Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an de bi dehhezaran kes bi komî hatin qetilkirin û dewleta tirk di vê komkujiyê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Bi vê yekê re peymana ku mohr kiribû jî binpê kir. Di demên piştre de gelek şahid û belge derketin û bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kirin.    BÊZAR, BILIKA, ÇELÊ...   Dewleta tirk, piştî Komkujiya Dêrsimê jî dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berneda. Di 17’ê gulana sala 1994’an de li Çiyayê Bêzar ê Semsûrê çekên kîmyewî bi kar anî û di nav de 22 jê xwendekarên fêrgehê, bi giştî 28 kes qetil kir. Di sala 1999’an de li nêzî gundê Bilika yê Şirnexê xazên kîmyewî bi kar anî û 20 gerîlayên PKK’ê qetil kir. Di encama lêkolînên li laboratuareke li Almanyayê aşkera bû ku xazên kîmyewî hatine bikaranîn. Di sala 2009’an de jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de 8 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.    GELIYÊ TIYARÊ   Di sala 2011’an de dewleta tirk li Çelê careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Di navbera 22-24’ê cotmeha 2011’an de Geliyê Tiyarê hat bombebarankirin û di encama bombebaranê de 36 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Şandeyên netewî û navneteweyî yên çûn cihê bûyerê, parçeyên cenazeyan ên şewitîn dîtin. Di encama nûveyan de aşkera bû ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Tevî vê yekê jî ev nûveye ji hêla lijneyên serbixwe ve nehatin vekolandin.    BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ   Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di dema êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek caran çekên qedexekirî bi kar anîn. Di êrişa dagirkeriyê ya sala 2018’an de dewleta tirk û komên paramîlîter li gundekî Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di êrişa 9’ê cotmeha 2019’an a li dijî Serêkaniyê de jî dewleta tirk û komên paramîlîter dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn û dîmenên êrişê hatin parvekirin. Rêveberiya Xweser bûyer ragihand û bi vê yekê kete rojeva raya giştî ya navneteweyî. Di êrişa bi bombeya fosforê ya li dijî Serêkaniyê de laşê zarokê 13 salî Mihemed Hemîd şewitibû. Wêneyên Hemîd, hema hema ji hêla tevahiya çapemeniya cîhanê ve hat parvekirin.     GARÊ, ZAP, AVAŞÎN, METÎNA   Dewleta tirk, di sala 2018’an de li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir û ji wê rojê heta niha her tim bi mijara bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. Di navbera 10-14’ê cotmeha 2021’an de li dijî Garê bi navê “operasyona rizgarkirinê” da destpêkirin. Di dema operasyonê de alavên hatin bidestxistin nîşan da ku artêşa tirk di dema êrişê de çekên kîmyewî bi kar anîne. HPG’ê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û xwestibû ku şandeyeke serbixwe li herêmê lêkolînan bike.    2 HEZAR Û 467 CARAN HATIN BIKARANÎN   Dewleta tirk, di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Êrişên dewleta tirk ev 6 meh in didome û ji destpêka êrişan heta niha bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. HPG’ê, bîlançoya şer û pevçûnan a 6 mehan parve kir û da zanîn ku dewleta tirk di 6 mehan de zêdetirî 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku dewleta tirk di êrişan de bombeyên taktîk nukleer, termobarîk û fosforê bi kar tîne. HPG’ê, destnîşan kir ku di mehên tebax, îlon û cotmehê di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk de li herêma Zapê yên Şikefta Birîndaran 9, li Girê Karker 5 û li Werxelê ya Avaşînê jî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.    DEWLETA TIRK HER TIM DEREWAND   Dewleta tirk gelemperî li hemberî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng ma. Li gel ku di êrişên Geliyê Tiyarê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belge û dîmen hatin parvekirin jî, dewleta tirk bikaranîna çekan derewand. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Herêma Federal a Kurdistanê jî heta niha tu daxuyanî nedane.     NÛWEYÊN XAZÊN KÎMYEWÎ DI RAPORAN DE CIH GIRTIN   Wezareta Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyeyê piştî êrişa bi çekên kîmyewî ya li Geliyê Tiyarê gotibû; “Di nava envanterên me de çekên kîmyewî tune ne.” Lê belê di 6’ê kanûna 2004’an de rapora “Lêkolînên Welatan ên Sunshine Project -No. 3 Lêkolîneke li ser Lêgerînên Têkildarî Çekên Biyolojîk û Biyokîmya” hat weşandin. Di raporê de gotinên artêşa tirk hatin derewandin û gelek agahî û belge derketin holê.