Li Dîlokê 8 kes hatin berdan 2022-10-21 15:06:50   DÎLOK - Li Dîlokê 8 kesên bi hêceta ku di pîrozbahiya Newrozê de li gel stranê stran gotine hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsenek Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê ku dabû destpêkirin, duh kesên bi navê Merve Sefa Geçgel, Vedat Unalan, Eyup Demîr, Îbrahîm Halîl Guçlu, Muhammed Saîd Gorgun, Menderes Geçgel, Murat Ozkidir û Diyar Babat hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên binçavkirinê ji emniyetê wan birin edliyeyê. Hat zanîn ku her 8 kes jî bi hêceta ku “bi fermana rêxistinê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne û li Newrozê dema stran hatine gotin li gel stranbêj stran gotine” hatine binçavkirin û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” tên tawanbarkirin. Dozger ji wan pirsên wek, “Hûn li ser fermana kê tev li Newrozê bûn? Çi wezîfe dan we?” kiriye.    Piştî îfadeya wan hat girtin her 8 kes jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.