Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn 2022-10-21 18:36:18   AMED – MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destarê û Enstîtuya Kurdî ya Amedê helbestvan Cegerxwîn bibîr anîn.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destarê û Enstûtiya Kurdî ya Amedê helebstvan Cegerxwîn di salvegera wî ya 38'an de bibîr anîn. Biranîn li Eywana Dewetê ya Ayaz Eleganceyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Remziye Tosûn, Îmam Taçcier û Omer Ocalan, rêxistina HDP'a Rezan, Peyas û Bismilê,  Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ya Amedê, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Kongreya Demokratik a Îslamê (DÎK), Rojnameya Xwebûnê, Komeleya MA Muzîkê, KASED, Egitîm-Sen û Komeleya 78'an û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.    Biranîn ji bo şehîdên azadiyê deqeyekê bi rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevziyona li ser jiyana Cegerxwin hat temaşekirin.   Di bîranînê de ewilî Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî. Ronî xêrhatin beşdarvana kir û li ser girîngiya Cegerxwîn a di wêjeya kurdî de sekinî.    Paşê helbestvan Nûrcan Dêlîl ji helbesta "Dîk û Mirîşk" a Cegerxwîn xwend. Piştî helbestxwendinê xelat hatin dayîn ji bo kesên di warê ziman û wêjeya kurdî de ked dane. Ji van kesên xelat girtin yek jê jî Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş bû ku di 16'ê Hezîranê de hatibû girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen li ser navê Ertaş xelat wergirt.   Her wiha di bîranînê de xelat ji bo Emîne Şenyaşarê jî hat dayîn ku hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û ji ber vê 592 roj in tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire.    Piştî xelatan Hevserokö KCD'ö Berdan Ozturk axivî. Ozturk got: "Bi salan e dewleta dagirker erdnigariya kurdan dagir dike. Li ser zarokên kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne. Desthilata AKP-MHP'ê dê têk biçe û beriya her tiştî dê hesab bide gelê kurd."   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî got ku divê her kes xwedî li nirxên xwe derkeve û wiha got: "Em divê li hemberî çekên kîmyewî dengê xwe derxinç Seydayê Cegerxwîn her tim xwedî li zimanê xwe, çanda xwe derket. Dîsa xebatê Seydayê cegerxwîn li ser Şex Seîd, li ser Seyîd Riza hebûn.  Xeyala Cegerxwîn, azadiya axa wî bû. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û axa xwe azad bikin. Divê em li ber we bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin."    Parlementerê HDP yê Rihayê Omer Ocalan jî wiha got: “Ev 40 sal in zarokên kurd ji bo zimanê xwe bedêl didin. Divê kem siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin û pêş ve bibin. Ji bo kurdan xala yekemîn ev e. Îro jî ji bo vê bedêl tê dayîn. Bi çekên qedexekirî êrişê dibin ser zarokên kurdan. Divê em bi ehr awayî bixwînin, binivîsin û biaxifin."   Parlementera Amedê Remziye Tosûn jî bal kişand ser çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar tîne û bêdengiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî. Tosûnê xwest her kes li hemberî vê rabe.