ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN 2022-10-22 09:00:03   * Îdianameya der barê qetilkirina Mulkiye Kazanê ku piştî winda bûbû bi mehekê cenazeyê wê di bin axê de hatibû dîtin, temam bû. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku kiryar Mûstafa Asan bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "binpêkirina azadiya kes" bê cezakirin.    * Hevserokên HDP'a Denîzliyê Şerîfe Yildirim û Vezîr Çelîk, destnîşan kirin ku ji bo xelasiya ji krîza piralî dê têkoşîna rêxistinbûyî xurttir bikin û gotin ku dê sala 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan.    * Îhsan Derîcî, birayê Cîger Malazgîrtê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirkî de jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanî bêdengiya cîhanê da û got: "Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin."    * Hevserokên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Cahît Akil û Fatma Tûnç Gîzleyîcî bal kişandin ser girîngiya ziman, çand û hunerê û wiha gotin: "Ziman û çanda kurdî prototîpa ziman û çandên cîhanê ye."    * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku divê li çar perçeyên Kurdistanê kurd seferber bibin û wiha got: "Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erke ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC'yê ye jî."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 593’yemîn de berdewam bike.    * Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar wê di civîna hevserokên bajaran de biaxive. (10.30) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 917’emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza ku aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîl bên darizandin bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * Çalakiyên malbatên windakiriyan ên “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed, Îzmîr û Êlihê wek her hefteyê berdewam bike. (12.00-13.00) ZINDÎ   * Kongreya Şaxa ANYAKAYDER a Îzmîrê wê bi tevlibûna cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel li eywaneke dawetê ya li bajêr pêk bê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ber avahiya komeleya xwe li dar bixe. (13.30)   * Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Şaxa ÎHD'ê yê Enqereyê daxuyaniyekê bide. (13.30)   * Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç wê li navçeya Geverê beşdarî civîna gel bibe. (14.00)   * Mihrîcana Şanoyê ya Amedê wê di roja 3’yemîn de berdewam bike. (15.00-22.00)   * TJA, MKGP û Kovara Jineolojiyê wê ji bo Endama Navenda Jineolojiyê akademisyen-nivîskar Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin dê li avahiya HDP’a Bagcilarê bernameyeke bîranînê li dar bixin. (17.00)