Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê 2022-10-22 09:04:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku divê li çar perçeyên Kurdistanê kurd seferber bibin û îşaret bi çalakiya mertalên zindî kir. Karamûs got: "Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erke ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC'yê ye jî."  Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê êrîş dabûn destpêkirin. Tirkiyeyê heta niha ji êrîşên ku ji hewa û bêjahiyê ve bi hevkariya PDK'ê dike tu encameke berbiçav negirtiye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), Tirkiyeyê di 6 mehan de 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîne û di meha Îlon û Cotmehê de 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.    Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkîldarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.   'EV TENÊ NE ERKA KURDAn, ERKA HER KESÎ YE'   Hevserokê KNK'ê Karamûs anî ziman ku dewleta tirkî peymana ku îmzeya wê li binî binpê dike. Karamûs dîmenên 2 endamên HPG'ê yên tesîr ji çekên kîmyewî girtibûn bibîr xistin û wiha got: "Li gorî peymana 1994'an saziyeke bi navê OPWC'ê hat avakirin. Ev sazî jî çekên kîmyewî yên qedexe lêkolîn dike û li gorî vê peymanê helwestê nîşanî dewletên ku çekên kîmyewî yê qedexe bi kar tîne dide. Bêguman dewleta tirk jî yek ji van dewletan e ku tevî 198 dewletan ev peyman îmze kiriye. Li gorî peymanê çêkirina çekên kîmyewî, stokkirina wan û bikaranîna wan qedexe ye. Lê ew peymana ku dewleta tirkî bi xwe jî îmze daniye binî û endameke OPWC'yê ye, van qanûn û peymanan binpê dike. Dewleta tirkî îro qanûnên şer jî bînpê dike. Ev erkek e ku li hemberî van dewletan yan jî ew hêzên ku çekên kîmyewî bikar anîne seferberiyek bê îlankirin. Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erk ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC'yê ye jî."   'DÊ TIM DI ROJEVA ME DE BE'   Karamûs destnîşan kir ku dewletên ku îmze danîne bin vê peymanê pêwîst e li gor wê tevbigerin û lêkolînê bikin û wiha got: "Bila biçin cihê ku dewleta tirkî çekên kîmyewî bi kar tîne lêkolînê bikin. Li gorî wê jî li hemberî dewleta tirkî biryarê bigirin. Ew şervanên azadiyê zarokên gelê kurd in. Demeke dirêje ku bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva me de ye. Em bi tu awayî wê ji rojeva xwe jî dernaxin. Dewleta tirkî bi awayekî berfireh êrîşên bi çekên kîmyewî dike. Çimkî êdî li hemberî berxwedanê tu çareya dewleta tirkî nemaye. Lewma her cure çekên kîmyewî yê qedexekirî bikar tîne."   'ZAGONÊN PEYMANÊ BINPÊ DIKE'   Karamûs diyar kir ku dewleta tirkî li dijî gelê kurd serî li her cureyê komkujiyê dide. Karamûs bibîr xist ku raporên ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatine amadekirin ji OPWC, Konseya Yekitiya Ewropayö û gelek welatên cuda re hatine şandin û got ku li dijî van pêkanînan plansaziyeke wan heye. KAramûs wiha domand: "Plansiziyek me heye ku li tevahiya Ewropayê gelê kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirkî ya dagirker seferber bibe û dakeve kolanan. Erkeke mezin dikeve ser milên saziyên Kurdistanî. Divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Divê li hemberî dewleta tirkî helwest bê girtin."   Karamûs destnîşan kir ku dewleta tirkî ku bi xwe îmze daniye binî peymanê bi tu awayî qanûnên hatine qebûlkirin qebûl nake û wan binpê dike. Karamûs bilêv kir ku dema mesele tê ser kurdan, dewleta tirkî bi tu awayî qanûn û peymanên navneteweyî esas nagire û ev tişt gotin: "Hevdîtin û ziyaretên me yên bi hêzên navneteweyî re didomin. Ji xwe têra xwe delîl û îspat di destê me de hene. Em van delîlan jî wê ji herkesî re bişinin. Ev demeke seferberiyê ye. Ew dewletên di bin sîwana NATO'yê de ne jî bila erka xwe pêk bînin. Em ê vê bişopînin. Çi bi rêya hevdîtinan û çi jî bi xwepêşandanan em ê bidomînin."   OPWC XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNE   Karamûs bal kişand ser bêdengiya OPWC'yê jî û got ku OPWC bi tu awayî peywira xwe pêk nayne. Karamûs bibîr xist ku heya niha saziyên Kurdistanî gelek caran serî li OPWC'yê dane da ku biçe herêmê lêkolînan bike û wiha got: "Lê mixabin OPWC saziyeke wekî pêkhateyên dewletan e. Tirkiye jî yek ji endamê vê rêxistinê ye. Dema ku serlêdan tê kirin rêveberiya OPWC'yê dibêje, 'tenê dewlet dikarin serlêdanê bikin.'" Karamüs destnîşan kir ku ev helwesta OPWC'yê bêexlaqîtî ye û wiha got: "Di peyman û zagonên wan de ev nayê qebûlkirin. Ne pêwîst e ku dewletek serlêdanê bike. Peywira te ew e ku tu wan delîlên bikaranîna çekên kîmyewî îspat bikî. Ji xwe delîl û îspat li ber destê te hene. Aşkere ye ku OPWC ji bo dewleta tirkî xwe li nedîtinê datîne. Ev bi serê xwe durîtî ye û bêwîjdanî ye. Bi cidiyet nakeve nav lîv û tevgerê. Ew delîlên li ber destê xwe lêkolîn nake. Prensîb û erka xwe pêk nayne. Em ê di 1'ê Mijdarê de Denhayê xwepêşandaneke navendî li dar bixin li hemberî OPWC'yê. Di vî warî de dosya, delîl û rapor di destê me de hene. Em ê wan deynin ber deriyê OPWC'yê. Li ber destê me delîl û îspat zêde dibin. Em ê wan ji cihê pêwendîdar re bişinin."   'TIRKIYE JI BÊDENGIYÊ CESARETÊ DIGIRE'   Karamûs bi lêv kir ku tevî hemû delîl û îspatan jî OPWC bêcidiyet nêzî meseleyê dibe û got ku gava berjwendiyên hin dewletan tê de hebin demildest dest bi lêkolînan dikin û wiha domand: "Mînak, çend sal beriya niha li Sûriye û Îraqê û çend deverên din, ji ber ku berjwendiyên wan tê de hebûn yekser ketin nava liv û tevgerê û dest bi lêkolînan kirin. Em saziyên bi vî rengî baş nas dikin û dizanîn. OPWC li gorî peyman û qanûnên xwe tevnagere. Ew berjewendiyên dewletan esas digire."   Karamûs destnîşan kir ku li gor tiştên heta niha hatine îspatkirin dewleta tirkî 6-7 cureyên çekên kîmyewî bi kar anîne û ji bo vê got: "Me li ser vê raporek berfireh amade kir û bi raya giştî re parve kir. Dewleta tirkî ji bêdengiyê cesaret distîne. Bêdengî doza bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir dike. Di demên dawî de taktîk nûkleer jî bi kar tîne. Taktîk nukleer bombeya atomî ye. Her cureyê çekan bi kar tîne. Lê diyar e ku OPWC dizane û li gorî berjewendiyên xwe helwestê diyar dike."   Karamûs anî ziman ku divê dostên kurdan li dijî van pêkanînan têkevin nava liv û tevgerê û zextê li saziyên wekî OPWC'yê bikin ku ev sazî karê xwe bikin. Karamûs wiha got: "Heke wisa nebe wê metirsiyeke mezin wê rû bide. Êdî tu qanûn, prensîb ji dewleta tirki re ne girîng in. Ji ber wê jî ji wan re gelek hêsan e ku van çekan bi kar bînin. Wezîrê wan Hûlûsî Akar bi xwe dibêje, 'em çekên kîmyewî bi kar tînin.' Generalê wan derdikevin û dibêjin, 'em her cureyê çekên ku taktîk nukleer jî di nav de li hemberî terorîstan bi kar tînin.' Ew bi xwe dibêjin. Gelo ji bo OPWC ev daxuyanî ne bes in ku rabe lêkolînê bike? Lê ji ber berjewendiyên  xwe, xwe bêdeng dikin."    'PDK ASTENG DIKE'   Karamûs da zanîn ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ew ê di asta navneteweyî de hewledanên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Ji bo parastina azadiyê û aştiyê ku divê çalakiyên wekî mertalên zindî bên kirin û bi vî awayî biçin herêmê. Lê çûna wê herêmê bi hêsanî pêk nayê. Pirsgirêkek me kurdan heye. Desthilatdariya Başûr di wê hêlê de xwe bêdeng dike. Ew sucdar in ku rê li çalakvanên aştîxwaz digirin û rê nade ku kesek jî biçe herêmê û lêkolînan bike. PDK rê nade. Gelek şandeyan xwestin ku lêkolînê bikin lê hêzên PDK'ê astengî dan ber wan. Heta ku kesên mexdûrê çekên kîmyewî jî hatin astengkirin. Lê gelê kurd ne bêçare ye. Gelê kurd wê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda pêk bîne."   BANGAWAZÎ   Karamûs xwest ku her kes erka xwe ya însanî pêk bîne û bang li bijîşkên kurd kir ku di asta navneteweyî de rola ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Karamûs di dawiyê de got: "Ji bo ku em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê divê em dengê xwe derxin. Divê her kurd xwedî wijdan be. Kî xwedî wijdan û exleq be divê bi awayekî çalak li hemberî vê derkeve. Bikaranîna çekên kîmyewî bêexlaqî ye. Bi hezaran bijîşkên kurd hene. Divê her bijîşkek kurd destê xwe deyne ser wijdana xwe û rabe ser pêyan û bikin ku saziyên navdewletî, saziya Tendûristiym ya Cîhanî tevbigere. Heta ew nexweşxaneyên ku qurbaniyên çekên kîmyewî diçin wan, dikarin raporên li ber destê xwe belav bikin. Banga min ji kurdê 7 salî heta yê 70 saliyan, divê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku ev kesên dibin hedefa çekên kîmyewî zarokên gelê kurd in. Ew cangoriyên azadiya welatê xwe ne. Ew kesên ku di vê pêvajoyê de bêdeng dimînin divê ji xwe pirs bikin. Divê kurd ji xwe vê pirsê bikin, 'Dema li Hîroşîmayê ev çek hatin bikaranîn dinya rabû ser pêyan, lê ji bo çi niha li hemberî gelê kurd bêdeng e?' Divê her kes bi wijdanî tevbigere. Ji destê welatparezan çi bê divê bikin."