Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê 2022-10-22 09:59:27   AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku Serokkomarê AKP’yî Erdogan ji bo xapandin û dijminatiya kurdan tê Amedê û got: “Tiştek ku Erdogan bide kurdan nemaye. Li aliyekî zimanê kurdan înkar dike û çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar tîne li aliyekî jî tê Amedê. Divê berî her tiştî hesab bide kurdan. ”    Serokkamerê AKP’yî Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê û dê li Qada Îstasyonê tev li “Merasîma Vekirina Komî” bibe. Erdogan di serdemek ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKK'ê di rojeva kurdan û cîhanê de ye, tê Amedê. Beriya hatina Erdogan li Amedê hemû û sazî dezgehên dewletê ketine nava xizmetê û lêgerîna dê xelkê çawa tev li mitîngê bikin. Midûrên saziyên dewletê ji zextan li ser personelan û xebatkaran dikin ku beşdarî mitîngê bikin û her wiha li dibistanan jî banga tevlibûna mitîngê li xwendekaran hatiye kirin. Ev yek ji niha ve nîşan dide ku dixwazin mitîngê girseyî bidin nîşandan.    Welatiyên Amedê derbarê hatina Erdogan de nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin û nerazbûn nîşanî hatina wî dan. Welatiyan got: ‘‘Beriya çend rojan li Meclisê li ser zarokan dijminatiya kurdan dikir, niha jî tê Amedê. Çawa rûyê wî digire bê vir? Heta niha çi soza ku daye aniye cih? Divê ew beriya her tiştî hesab bide kurdan.”    ‘DIJMINITIYA KURDAN DIKE’    Adem Bayrak gotinên Erdogan ên li Meclisê têkildarî nifûsa kurdan bi bîr xist û got: “Ew gotinên wî jî diyar dikin ku kurdan temsîl nake û dijminatiya kurdan dike. Ji ber vê yeke tiştekê bide gelê Amedê tune ye. Pratîkên wî ji xwe li holê ne. Divê kes nece mitînga wî. Sedema hatina wî jî hilbijartina li pêşiya me ye. Dixwaze dengên kurdan bigire. Lê belê êdî kurdan serdema xapandinê derbas kirin e. Heke hinek jî rûmet bi kesekî re hebe divê gotinên wî dawiyê bîne bîra xwe û nece mitînga wî. Beşdariya mitînga wî şerma herî mezin e.”    ‘JI BILÎ XAPANDINÊ TIŞTEK NÎNE’    Mehmet Îhsan Atli jî wiha got: ‘‘Erdogan heya îro ji bilî xapandina kurdan çi kiriye? Divê êdî em bibin yek. Yê ku zimanê me  tune dihesibîne û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê bajarê me. Hatina wî xapandin e, divê em neyên xapandin.”    ‘WÊ HESAP BIDE KURDAN’   Bariş Sak derbarê hatina Erdogan a Amedê wiha axivî: ‘‘Ez naxwazim ew bê Amedê. Hatina wî ne jidil e. Beriya hatina xwe divê siyasetmedarên kurd berde. Dema dibe berjwendiyên hilbijartinê dibêje ‘kurd birayê min in’. Tiştek nû ku Erdogan bide kurdan nîne. Divê ew hesab bide kurdan.”    ‘TIŞTEK KU BIDE NÎNE’   Hilmî Gunay ê ku beriya niha bi çend salan dengê xwe daye Erdogan jî destnîşan kir ku ew poşman bûye ku dengê xwe daye Erdogan û wiha got: “Xwezî destê min bişekestiya. Aborî têk çûye. Nikarin dewletê bi rê ve bibin. Berê min digot wê hin tiştan bike. Lê niha qet baweriya min nemaye. Ew van kolanan bi zêran bixemilîne jî êz êdî deng nadime Erdogan. Tiştek ku bide me nîne.”    ‘WÊ JI BAJARÊN DIN XELKÊ BÎNIN’    Denîz Polat anî ziman ku Erdogan helbet ji bo serokkomariya xwe û berjewendiyên xwe tê Amedê û got: “Di axaftinên wî de samîmiyet nîne. Beriya niha bi 15 salan digot ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Kurdistan heye’. Behsa çareseriyê dikir. Lê îro her tiştê me qedexe ye. Em bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê dixwazin. Ez îro nikarim bi zimanê dayika xwe biaxivim, ev encama polîtîkayên dewletê ye. Ez tev li mitînga wî nabim. Wê xelkê me yê Amedê jî tev li nebe. Yên ku tev li bibin jî wê ji bajarên mîna Xarpêt, Çewlig, Meletî û Rihayê bînin Amedê. Ast û rêjeya AKP’ê li vir diyar e.”    ‘EM TEV LI MITÎNGA YÊ ME NAS NEKE NABIN’    Fesîh Bayram jî bertek nîşanî hatina Erdogan da û destnîşan kir ku beriya hatina Erdogan hemû saziyên dewletê seferber dikin û ev hemû mesrefa zêde ye, li ser pereye xelkê kêfa xwe dikin. Bayram diyar kir ku lazim e xelkê Amedê tev li mitînga wî nebe û got: “Divê em neçin mitînga yên ku îradeya me nas nakin.”    ‘TU MANEYA HATINA WÎ NÎNE’    Mustafa Gunay jî da zanîn ku yekî ku îradeya gelê Amedênas neke, tu maneya hatina wî ya Amedê nîne û wiha got: “Îradeya me di zindanê de ye. Ha îradeya min di girtîgehê de ye, ha ez di girîgehê de me, tu ferq nîne. Ew bi zext û zordariyê bi kurdan nikare. Ew çiqas êrişî kurdan bike wê kurd ewqas xurt bibin. Herî dawî gotinên wî yên li ser zarokên kurdan, dijminatiya gelê kurd nîşan dide. Em ê tev li mitînga wî nebin.”