Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin 2022-10-22 11:21:16   RIHA - Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 2’yan piştî hevdîtina bi parêzeran re sepana girtiyan di cîhaza X-Ray de derbas bikin dest pê kir. Girtiyê nexweş Emîn Guler ê ku bertek nîşanî vê pêkanînê da, demeke dirêj li korîdorê li ser linga hat hiştin.    Hat zanîn ku li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 2’yan piştî hevdîtina bi parêzeran re sepana ku girtiyan di cîhaza X-Ray de derbas bikin dest pê kiriye. Duh girtî Emîn Guler bi parêzera xwe Ayşe Şehrîban Demîrel re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê têkildarî vê sepana nû girtek bi Guler dan îmzekirin. Di girtekê de hat diyarkirin ku girtî piştî hevdîtina bi parêzer re divê di cîhaza X-Ray de derbas bibe. Guler viya wek dijhiqûqî dît û qebûl nekir. Parêzer Demîrel diyar kir ku gardiyan bi hêrs berizîne miwekîlê wê û ji ber ku miwekîlê wê ve sepana kêfî qebûl nekiriye, li korîdorê li ser lingan hatiye hiştin. Demîrel anî ziman ku li girtîgehan sepanên kêfî ji nû ve dest pê kirine.