Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn 2022-10-22 14:00:54   AMED / ÊLIH - Malbatên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê di 19’ê cotmeha 1995’an de û Yilmaz Gumuş ê 23’yê cotmeha 1993’yan hatine windakirin pirsîn.   Malbatên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 715’emîn a çalakiya xwe ya “Bila Windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê careke din hatin cem hev. Malbatên ku di bin baranê de wêneyên xizmên xwe hilgirtin, vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê 34 salî yê bavê 6 zarokan ku bi bi hevalê xwe Fehmî Tosûn ê ji Licê hat koçberkirin û careke din agahî jê nehat girtin re hate windakirin pirsîn û çîroka wî vegotin.    Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn çîroka Huseyîn Aydemîr xwend. Eylul, dazanîn ku derbarê dosyaya Aydemîr de bi hinceta demboriyê biryara neşopandina hate dayîn.    ÊLIH   Malbatên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li Êlihê çalakiya xwe ya 550’emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist.    Malbatên girtiyan vê hefteyê aqûbeta Yilmaz Gumuş ê di 23’yê cotmeha 1993’yan de li Êlihê ji bo biçe kar ji mala xwe derket û careke din agahî jê nehatin girtin pirsîn. Endamê Şaxa ÎHD’a Êlihê Mehmet Akîf Akin ê çîroka Gumuşê windakirî xwend wiha got: “Weke Şaxa Êlihê ya Komeleya Mafên Mirovan em vê hefteyê jî weke her carê banga xwe dubare dikin; hemû kesên ku bi kuştinên kiryar nediyar hatine qetilkirin bi bîr tînin; Her wiha em dest nîşan dikin ku lêgerîna parêzvanên mafên mirovan a edalet û heqîqetê wê qet bi dawî nebe.”