Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn 2022-10-22 14:02:06   STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman ê 31 sal berê di binçavan de hat windakirin banga edalet3e li darazê kir û xwest civak vê bêhiqûqiyê qebûl neke.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirse û bidaxwaza faîl bên darizandin di hefteya 917’emîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Toraman ê 24 salî ku di 27’ê cotmeha 1991’an de li Kocamustafapaşaya Stenbolê di binçavan de hat windakirin, pirsî.    Xizma Hasan Ocak ê ku di binçavan de hat qetilkirin, Dilcan Acer daxuyaniya vê heftê xwend û got: "31 salê malbata Huseyîn ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. Huseyîn Toraman bi zorê bi maşîneya torosa spî ya bi plaqeya 34 ATZ 56 hat siwarkirin. Şêniyên taxê û hevjîna Huseyîn Toraman bû şahidê revandina wî. Piştî îxbara şêniyên taxê polîsên li Qereqola Çinarê hatin cihê bûyerê û beyî tiştekî bikin vegeriyan. Bavê Toraman, Alî Riza xwe gihand amirê qereqolê û got 'We çima mudaxeleyî kesên kurê min revandine nekir?   KET ROJEVA MECLISÊ    Amirê qereqolê jî bersiva 'Kurê we nehat rewandin ji hêla polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Ji ber vê mudaxale nekirine'. Bavê Huseyîn Toraman qeyda deng a hevdîtina xwe ya bi amîrê qereqolê re girt û serî li Emniyeta Stenbolê û dozgeriyê da. Ligel qeyda deng û şahîdan binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin.  Malbat bûyer bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re ragihand. Piştî zextên raya giştî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bêdengiya xwe xirakir û got 'Di 5'ê kanûna 1991'an de lêgerîna Huseyîn hebû lê belê nehat binçavkirin'. Her wiha windakirina Toraman bi pêşniyaznameyê ket rojeva Meclisê jî.    BÊENCAM DIMÎNE    Malbat vê demê bi Midûrê Emnîyetê yê Stenbolê Mehmet Agar, Serokwezîr Suleyman Demîrel û Wezerata Karên Navxweyî Îsmet Sezgîn re hevdîtin pêk anî. Lê belê Meclis û rayedarên dewletê binçavkirina Huseyîn Toraman red kirin. Hemû serlêdanên malbat û ÎHD'ê bê encam man. Binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin. Di sala 1991'ê de Serdozgeriya Komara Fatîh lêpirsînek da destpêkirin lê belê ev jî bê encam ma. Di sala 2011'an de carek din serlêdanek pêk hat û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi hinceta 'demborî' lêpirsin nekir û dosya girt. Bi îtîrazên ku hatin kirin biryara girtina dosyayê hat betalkirin. Lê belê heta îro jî derbarê dosyayê de tu pêşketin pêk nehat.   DIVÊ CIVAK SERÎ RAKE     Divê derbarê darizandin û girtina faîlan de gavek bê avêtin û dosyaya Huseyîn Toraman bê lêkolînkirin. Berpirsiyariya xwe ya pêkanîna edaletê divê bicih bînin. Em di salvegera 31'emîn de israra dayika Huseyîn Toraman, Hatîce ya 'Min digot qey tenê kurê min di binçavan de hatiye windakirin. Me li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Me bi 7 kesan destpê kir û em bûn sed kes. Bi zext û zilmê dixwazin me ji Qada Galatasarayê veqetînin. Lê belê em bêdeng nabin û dev jî bernadin' em ê her demê  bidomînin. Em bang li civakê dikin ku divê li dijî bêhiqûqî û nêzikatiya kêyfî dengê xwe bilind bikin."